`Em serî ji dijminê hov û komploger natewînin`

Şêniyên navçeyên Girkê Legê, Çilaxa, Til Hemîs û Til Koçerê diyar kirin ku komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û gelên herêmê hîna berdewam e. Şêniyan pêwîstiya mezinkirina asta têkoşîn û berxwedanê heta rizgarkirina rêber Abdullah Ocalan û têkbirina tevahiya planên dewleta Tirk a dagirker destnîşan kirin.

`Em serî ji dijminê hov û komploger natewînin`
`Em serî ji dijminê hov û komploger natewînin`
`Em serî ji dijminê hov û komploger natewînin`
`Em serî ji dijminê hov û komploger natewînin`
`Em serî ji dijminê hov û komploger natewînin`
`Em serî ji dijminê hov û komploger natewînin`
`Em serî ji dijminê hov û komploger natewînin`
`Em serî ji dijminê hov û komploger natewînin`
`Em serî ji dijminê hov û komploger natewînin`
`Em serî ji dijminê hov û komploger natewînin`
`Em serî ji dijminê hov û komploger natewînin`
`Em serî ji dijminê hov û komploger natewînin`
`Em serî ji dijminê hov û komploger natewînin`
`Em serî ji dijminê hov û komploger natewînin`
`Em serî ji dijminê hov û komploger natewînin`
`Em serî ji dijminê hov û komploger natewînin`
`Em serî ji dijminê hov û komploger natewînin`
`Em serî ji dijminê hov û komploger natewînin`
10 cotmeh, 2020   13:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên navçeyên Til Hemîs, Til Birak, Til Koçber û Çilaxayê bi boneya salvegera yekemîn a êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li dijî Serêkaniyê û Girê Spî daketin qadan û di heman demê de komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan a ku derbasî sala xwe ya 23`yan bûye şermezar kir û diyar kir ku ew serî ji dijminê hov re natewînin.

TIL HEMÎS

Şêniyên navçeya Til Hemîsê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk li dijî Girê Spî û Serêkaniyê meşiyan û piştrast kir ku dê roja 10`ê Cotmehê bikin roja cîhanî ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan.

Şêniyan ji navenda Trafîk dest bi meşa xwe kir. Di meşê de diruşmeyên şeremzarkirin dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dagirkirina Girê Spî, Serêkaniyê û Efrînê, pêkanîna komkujiyan li dijî sivîlan û guhertina demografiya wan herêman hatin qîrkirin.

Beşdarên meşê pankartên bi nivîsên “QSD`ê vîna me ye”, “Em komploya 9`ê Cotmehê şermezar dikin”, “Em 10`ê Cotmehê bikin roja cîhanî ya azadiya Ocalan”, “Em dagirkeriyê tune bikin û şoreşa xwe biparêzin”, “Na ji dagirkeriya Osmanî ya nû re li ser bakurê Iraqê, Lîbya û Sûriyê” û wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, Meclisa Malbatên Şehîdan û Partiya Yekitiya Demokratîk hildan.

Meş li ber Qada Şehîdan rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de endama Kongreya Star Nahiye Hesen axivî û dagirkirina dewleta Tirk bajarên Serêkaniyê û Girê Spî şermezar kir û got: “Divê em gelê xwe yê li Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê mane bi tenê nehêlin. Divê em serî ji djiminê komploger û faşîst re netewînin.”

Endamê rêveber ê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Xelef jî axivî û got: “Îro roja cîhanî ya azadiya rêber Abdullah Ocalan e. Di mîna vê rojê de artêşa Tirk a dagirker Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin. divê gelê me bi hev ve li hemberî şerê taybet ê ku ajandeyên derve û hundirîn li herêma me dimeşînin li ber xwe bidin. Divê herêmên dagirkirî werin rizgarkirin.”

Til Birak

Li navçeya Til Birakê jî bi  heman armancê, şênî ji ber çerxerêya Firneyê ber bi çerxerêya Şehîdan ve meşiyan. Di meşê de diruşmeyên şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk û komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan hatin berzkirin.

Girse, li ber çerxerêya Firneyê kom bûn û mitîngeke hate lidarxistin. Endamê PYD'ê Mihemed Tirkî axivî û girîngiya yekitiya pêkhateyên herêmê li dijî dagirkeriya Tirk û rizgarkirina herêmên dagirkrî nîşan da.

Endama Kongreya Star Henan Silêman jî bal kişand ser komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku komplo bi rêya girankirina tecrîdê û êrişên domdar ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didome.

Henan Silêman got, tu hêz di dunyayê de nikare gel ji felsefeya azadiyê ya rêber Ocalan dûr bixe û têkoşîna gel vê yekê nîşan dide.

TIL KOÇER

Bi sedan şêniyên navçeya Til Koçerê jî bi meşeke girseyî salvegera komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û dagirkeriya dewleta Tirk a Serêkaniyê û Girê Spî şermezar kirin.

Meş ji têketina navçeyê dest pê kir û di nava kolanên sereke de dewam kir. Di meşê de diruşmeyên şeremzarkirina dagirkerî û komployê hatin berzkirin.

Meş li naverasta navçeyê rawestiya. Endama rêveber a Kongreya Star Rexda Şibilî got: "Bi fikir û felsefeya Rêber Ocalan em ber bi sepandina demokrasî, edalet û biratiya gelan ve diçin. Bi hevgirtinê şoreşa me hêzên tarî têk bir."

Rexda destnîşan kir ku komploya navnetewî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan bi êrişên li ser projeya neteweya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam e û got: "Em ê têkoşîn û berxwedana xwe heta rizgarkirina rêber Ocalan û rizgarkirina herêmên dagirkirî dewam bikin."

ÇILAXA

Şêniyên navçeya Çilaxa ji çerxerêya Şehîd Masûm a rojhilatê navçeyê dest bi meşê kirin û li ber navenda perwerdeyê meş rawestiya. Di meşê de diruşmeyên silavkirina rêber Abdullah Ocalan hatin berzkirin.

Endamê PYD'ê Dilbirîn Tacedîn û li ser navê Kongreya Star Suheyla Şemo axivîn. Di axaftinan de hate gotin ku komplo xwest ne kesayet lê ramanê rêber Ocalan bike hedef, ji ber ku rêber Ocalan fikriê azad, jiyana bi rumet û demokrasî belav dikir.

Her wiha hate gotin ku rêber Ocalan tevî ku di girava Îmraliyê de girtî ye, lê kilîta çareserkirina aloziyên Rojhilat Navîn e, ji ber wê tecrîdeke girankirî li ser wê hatiye ferzkirin.

ANHA