Li herêma Firat û Minbicê komploya li dijî Ocalan hate şermezarkirin

Şêniyên Minbic û herêma Firatê (Kobanê û Girê Spî) komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Li herêma Firat û Minbicê komploya li dijî Ocalan hate şermezarkirin
10 cotmeh, 2020   14:15
KOBANÊ

Bi sedena şêniyên bajarên Minbic, Kobanê, Eyn Îsa û Girê Spî ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li ser rêber Abdullah Ocalan li Parka Rêbertî li nêzî pira Qere Qozaqê ya ku çemê Firatê aliyê rojava û rojhilatê Sûriyê bi bakurê Sûriyê ve girê dide, kom bûn.

Girseya gel wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên erebî û kurdî "Dema azadiya rêber Apo hatiye…azadî ji bo rêber Apo" hildan bi dehan mîtreyan meşiyan.

Dema şênî gihaştin Parka Rêbertî, endama Koordînasyona Kongreya Star Sara Xelîl bi navê tevgera jinan a kantona Kobanê axivî û wiha got: "Gelek dewletên ewropî di komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan de beşdar bû. Ji ber rêbertî dixwest tevahî gelên herêmê rizgar bikira. Lê niha jî gelek dewlet li ser azadkirina rêbertî dixebitin. Cihê van dewlet û partiyan cihê rêzdarî û pîroziyê ye."

Hevserok Meclisa Qanûnzas a Minbic û Gundewarên wê Mihemed Elî Ebo da zanîn: "Bêdengiya navneteweyî bû sedema dagirkirina van herêman."

Ebo wiha domand: "Mîna îro, dewleta Tirk a dagirker herêmên me dagir kirin, dizî, talan, guhartina demografî û koçberkirina malbatan pêk anî. Hê jî hin şêniyên xwestine di hundir de bimînin, gelek azaran dikişînin."

Mihemed Elî Ebo bang li civaka navneteweyî kir ku bi erkên xwe rabin û bi cidî li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker bisekinin û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Her tiştê ji civaka navneteweyî derketiye pêk nehat, ji lew re ew çareser, raporên hiqûqî û mirovî bê kêr in. Em bang li wan dikin bi erkên xwe yên mirovî û qanûnî rabin."

Li aliyekî din jî cîgira hevserokatiya meclisa kantona Girê Spî Sebrî Mistefa wiha axivî: "Bi saya keda şehîdan em îro li vir in. Divê her tim şehîdan bi bîr bînin. Di vê mehê de bi taybet 9’ê Cotmehê dewleta Tirk a dagirker êrişî Girê Spî kir, ew dîrok jî destpêkirina komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan e. Bi vê dîrokê xwestin çanda rêbertî qir bikin. Lê belê vîn û berxwedana gel heta îro bi ser ket."

Sebrî Mistefa wiha îşaret pê kir: "Komplo heta îro di bin navên cuda de berdewam e. Diruşma me ew e ku êdî bes e ji dagirkeriyê re, em ê rêça şehîdan heta serkeftinê û pêkanîna hedefên wan bişopînin."

Di protestoyê de dîlan li ber stranên kurdî û erebî hat gerandin. Protesto bi diruşmên şermezarkirina komplo, banga rawestandina sûcên dewleta Tirk û pêkanîna azadiya rêber Ocalan bi dawî bû.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/k_ncWenxcq4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>