​​​​​​​Şêniyên Reqayê soza rizgarkirina herêmên dagirkirî da

Bi boneya salvegera yekemîn a dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, meclisên gel ên Reqayê îro xwepêşandek li dar xist. Xwepêşandêran piştrast kir ku heta rizgarkirina herêmên dagirkirî, dê berxwedana xwe dewam bikin.

​​​​​​​Şêniyên Reqayê soza rizgarkirina herêmên dagirkirî da
​​​​​​​Şêniyên Reqayê soza rizgarkirina herêmên dagirkirî da
​​​​​​​Şêniyên Reqayê soza rizgarkirina herêmên dagirkirî da
​​​​​​​Şêniyên Reqayê soza rizgarkirina herêmên dagirkirî da
10 cotmeh, 2020   12:41
REQA

Bi dehan şêniyên Reqayê û koçberên ji Girê Spî, şêx û serokeşîrên Ereb û Kurd beşdarî xwepêşandanê bûn. Şêniyan bi dirûşm û pankertên ku rakiribûn, nîşan da ku heta pêkanîna serkeftinê û qewitandina dagirkeran dê li ber xwe bidin. Her wiha wêneyên şehîdên ku di bersivdayîna êrişên dagirkeriya Tirk de şehîd bûne û alên QSD`ê rakirin.

Bi navê meclisên gel ên Reqayê û gundewarên wê endama rêveberiya meclisan Xewid El-Îsa, endama Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Zuleyxa Ebdî û bi navê şêx û êlên eşîrên herêmê, şêxê eşîra El-Mûsa El-Zahir şêx Ayid El-Hadî di xwepêşandanê de axivîn.

Axaftvanan, şehîdên ku li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyê wê axa xwe parastine û şehîd bûne, bi bîr anîn.

Her wiha behsa siyasetên dewleta Tirk û sûcên wê li herêmên dagirkirî wekî guhertina demografiyê û koçberkirina şêniyên resen kir ku bi wê yekê hemû rêgezên navneteweyî û pîvanên mirovî binpê dike. Axaftvanan bêdengiya navneteweyî ku rê daye dewleta Tirk û çeteyên wê ku van sûc û binpêkirinan pêk bîne, şermezar kir.

Xwepêşandêran di dawiyê de soza şopandina rêya şehîdan, parastina destkeftiyên wan û berwedanê dan.

(cx)

ANHA