Li Heftanînê di çalakiya gerîlayan de 3 çeper hatin rûxandin

HPG`ê ragihand ku di çalakiya gerîlayên HPG/YJA Starê ya li dijî dagirkaran a li Girê Koordîne yê Heftanînê de 3 çeper hatine rûxandin û 5 leşkerên Tirk jî hatine kuştin.

Li Heftanînê di çalakiya gerîlayan de 3 çeper hatin rûxandin
10 cotmeh, 2020   11:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG`ê li ser çalakiyan ev agahî parve kir:

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de 9’ê Cotmehê saet 13:00’an li dijî leşkerên TC’ê yên li Girê Koordîne ya li herêma Heftanînê çalakiye kirin. Di vê çalakiyê de ku 2 çeper hatin hedefkirin û bi xurtî lê hate dayîn, hatin rûxandin; dagirkerên li nav jî hatin cezakirin. Li heman girî, li çeperekê ku cebilxane li nav bû bi xurtî lê hate dayîn, şewitî û îmha bû. Di vê çalakiyê de 3 çeper rûxiyan, 5 dagirker hatin cezakirin û gelek jî birîndar bûn.

Êrîşên balafirên şer ên artêşa TC’ê ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî bê navber didomin. Li gorî vê;

7`ê Cotmehê saet di navbera 11:30-12:00 balafirên şer derdorî gundê Rûsê ya dikeve Bektorya ya herêma Heftanîn bombe kir.

9`ê Cotmehê saet ji 12:30’î heta 13:30’î balafirên şer qada Cîloyê Biçûk a navçeya Çelê ya Colemêrgê bi dijwarî bombekir.

9`ê Cotmehê saet ji 18:20’ê heta 19:00’an balafiran dever Kurojahro ya herêma Zapê bombe kir.

Di van bomberdûmanan de tiştek bi hevrêyên me nehatine.”