Di salvegera dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî de, 76 rêxistinên mirovî nameyeke dan

Di salvegera yekemîn a dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, 76 rêxistinên mirovî yên herêmê bang li NY û rêxistinên navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku yekser û bêyî şert binpêkirinên mafên mirovan rawestîne.

Di salvegera dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî de, 76 rêxistinên mirovî nameyeke dan
10 cotmeh, 2020   12:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistinan di daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xalan:

9`ê Cotmeha 2020`an rastî salvegera yekemîn a dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û hêzên radîkal ên girêdayî wê ve, tê.

Di 9`ê Cotmeha 2019`an de artêaş Tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayî wê bi navê "kaniya aştiyê" dest bi êrişa bejahî û asîmanî li dijî bajarên Serêkaniyê yê parêzgeha Hesekê û bajarê Girê Spî yê parêzgeha Reqayê kir. Di encamê de bi dehan jin, zarok û mêr bûn qurbanî û zêdetirî 200 hezar sivîl ber bi herêmên ewle yên parêzgehên Reqa û Hesekê ve koçber bûn.

Wekî rêxistinên ku ev name îmze kirine, em berdewamkirina êrişên hêzên Tirkiyê û komên çekdarên girêdayî wê û çalakiyên qirkirina çandî û komî, hedefgirtin, revandin, kuştin û êşkencekirina sivîlan û dagirkirina bajarên wan, şermezar dikin. Em bang li civaka navneteweyî, NY`yî û  YE`yê dikin ku zextê li Tirkiyê bikin da ku van binpêkirinên mafên mirovan yekser û bêyî şert rawestîne. Her wiha milkên taybet ên sivîlên Serêkaniyê û Girê Spî biparêzin.

Ev name hêviyên koçberên herêmên Serêkaniyê û Girê Spî û şêniyên seranserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê temsîl dike, ku ji ber kiryarên dewleta Tirk a dagirker û komên radîkal ên girêdayî wê di xeteriyê de dijîn.

Ev name hewldaneke gihandina dengê gelên herêmê ye, ku pêwîstiya wan bi piştgiriyeke navneteweyî heye ku vegera wan bi ewlehî li warên wan misoger bike û hêzên dagirker ji bajar û bajarokên wan derxîne."

Rêxitinên ku name îmze kiriye;

Aso ya şêwirmendiyê û lêkolînên stratejîk

Komîteya Kurd a Mafên Mirovan

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan

Rêxitsina Navneteweyî ya qurbaniyên şer û kerastan

Rêxistina Kurd a Mafên Mirovan a Sûriyê (DAD)

Desteya Qanûnsaz a Kurd

Mala Êzidî ya herêma cizîrê

Pêl-pêlên sivîl

Tea Merbûte

Kombûna Hêzên Sivîl ên Kurd li Sûriyê

Komeleya Çinar a Geşepêdanê û Pêşxistinê

Komeleya Bukra Ehle (Sibe xweştir e) ya Xêrxwaziyê û Geşepêdanê

Komeleya Cûdî

Komeleya Cûdî ya Xêrxwazî û Geşepêdanê

Komîleya Comerd a Xêrxwaziyê

Komeleya Jiyan a Xêrxwaziyê

Kemeleya Xunav a Xêrxwazî û Geşepêdanê

Komeleya Dîcle ya Parastina Hawîrdorê

Komeleya Soz

Komeleya Şawîşka ya Jin

Komeleya Bakur a Xêrxwaziyê

Dan a Xêrxwazî û Geşepêdanê

Sûrî ji bo Rastî û Edaletê

Ciwan ji bo Guhertinê

Tora Rojnamevanên Kurd a Sûriyê

Tora Pêşengên Aştiyê

Şems a Geşepêdanê

Şîlan a Xêrxwazî û Geşepêdanê

Çêkerên Hêviyê

Dayîna Bê Sînor

Hêzên Civaka Sivîl a Kurdistanê

Komîteya Mafên Mirovan a Sûriyê (MAF)

Saziya Nûdem a Ragihandinê

Saziya Kurdên Bê Sînor

Max Vision

Meclisa Jinan a Sûriyê

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Navenda Share a Geşepêdana Civakî

Navenda lêkolînan û Parastina Mafên Jinan a li Sûriyê

Navenda Edalet û Avakirinê

Navenda Arîdo ya Civaka Sivîl û Demokratîk

Navenda Belsem a Zanakirina Tenduristiyê

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li bakurê Sûriyê

Navenda Ciwan a Karê Sivîl

Navenda Reşîd Hemo ya Çandî û Civakî

Navenda Silav a Çalakiyên Sivîl

Navenda Smart

Yekitiya Dermanfroşan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Navenda Edalet ji bo Mafên Mirovan

Navenda Mîtan a Vejandina Civaka Sivîl

Kombûna Til Ebyed a Civaka Sivîl

Dika Saziyên Civaka sivîl a Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Rêxistina Yazdîna

Rêxistina Îma

Rêxistina Erdê Aştiyê

Rêxistina Avakirina Qanûnî

Rêxistina Cizîrê ya Geşepêdanê

Rêxistina Firat a Xêrxwazî û Geşepêdanê

Rêxistina Yasmîn

Rêxistina Aşna ya Geşepêdanê

Rêxistina Înaş a Geşepêdanê

Rêxistina Partners a Navneteweyî ya Xêrxwazî û Geşepêdanê

Rêxistina Doz a Civaka sivîl

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan

Rêxistina Zendan a Geşepêdanê

Rêxistina Sêl a Ragihand û Geşepêdanê

Rêxistina Etaa Baxoz

Rêxistina Etaa ya Xêrxwazî û Geşepêdanê

Rêxistina Kobanê ya Xêrxwazî û Geşepêdanê

Rêxistina Însiyatîfa Parastinê ya Hiqûqî-Sûriyê

Rêxistina Multeqe Nehrên

Rêxistina Mehebad a Mafên Mirovan (MOHR)

Rêxistina Hêvî ya Xêrxwazî û Geşepêdanê

Rêxistina Stêr a Geşepêdanê

Rêxistina Lawer a Parastin û Geşepêdana Sewalvaniyê

(cx-şx)

ANHA