Turnuvaya Futbolê ya Jinan a Herêma Efrînê didome

Turnuvaya Futbolê ya Jinan a Herêma Efrînê bi tevlêbûna 4 tîman berdewam dike.

Turnuvaya Futbolê ya Jinan a Herêma Efrînê didome
Turnuvaya Futbolê ya Jinan a Herêma Efrînê didome
10 cotmeh, 2020   12:39
ŞEHBA

Turnyvaya futbolê ya bi navê “Zêneb Maimo” li dar dikeve ku lîstokvana tîma Babnisê ya ku ji ber vîrusa Koronayê beriya çend hefteyan jiyana xwe ji dest daye, di 3`yê Cotmehê de dest pê kir.

Di maça yekemîn de tîmên Berxwedan û Armanc bûn hevrikên hev. Di dawiyê de tîma Berxwedan bi encama 3-1 bi ser ket.

Maça duyemîn di navbera tîma Avrîn Til Rifet û Tîma Şêrawayê de li dar ket. Di dawiyê de tîma Avrîn Til Rifet bi encama 7-0 bi ser ket.

Maça sêyemîn jî tîmên Zanobiye û Agirî Til Qirah anîn ber hev, di dawiyê de tîma Agirî Til Girah bi encama 8-0 bi ser ket.

Di maça çaremîn de tîmên Dengê Ehdas li dijî Tîma Aqîbê lîst û tîma Ehdas Ehdas bi encama 4-1 bi ser ket.

Di dawiya maçan de lîstikvanan Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan bi xêzkirina navê Apo li stada Babinisê şermezar kir.

Turnuva berdewam dike.

(şx)

ANHA