Şêniyên Dirbêsiyê şehîd Yunis El-Eramîd oxir kir

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê cenazeyê şervanê QSD`ê Yunis El-Eramîd li Goristana Şehîd Rustem Cûdî oxir kir.

Şêniyên Dirbêsiyê şehîd Yunis El-Eramîd oxir kir
Şêniyên Dirbêsiyê şehîd Yunis El-Eramîd oxir kir
Şêniyên Dirbêsiyê şehîd Yunis El-Eramîd oxir kir
Şêniyên Dirbêsiyê şehîd Yunis El-Eramîd oxir kir
Şêniyên Dirbêsiyê şehîd Yunis El-Eramîd oxir kir
Şêniyên Dirbêsiyê şehîd Yunis El-Eramîd oxir kir
Şêniyên Dirbêsiyê şehîd Yunis El-Eramîd oxir kir
7 îlon, 2020   12:21
HESEKÊ

Girseya gel cenazeyê şehîd Yunis El-Eramîd (Egîd Dirbêsiyê) ji Meclisa Malbatên Şehîdan  wergirt û ber bi Goristana Şehîd Rûstem Cûdî ya li gundê  Berkevirê ve çûn. Şehîd Yunis El-Eramîd dema erka xwe li Zirganê pêk dianî, şehîd bûbû.

Li goristanê girseya gel li ser giyanê şehîdan deqeyekê rêz girt, paşê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Salim Salim axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Salim got Yunis di rêya şeref, namûs û parastina xaka xwe de şehîd ketiye.

Salim Salim da zanîn ku şehîd Yunis El-Eramîd careke din îsbat kir ku li herêmê biratiya gelan û jiyana hevbeş xwe dide der, tu ferq di navbera Kurd, Ereb, Suryan û Asûriyan de tune ye.

Ji fermandarên QSD`ê Umran Orkêş jî axivî û got: "Em bejna xwe li hemberî şehîdan ditewînin, îro careke din xwîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlihev dibe, parastina xaka xwe dikin û di dawiyê de dibin sembolên azadiyê, ji ber ku em ê heta pêkanîna armancên şehîdan şopdarên rêya wan bin."

Bi navê malbata şehîd apê şehîd Îbrahîm El-Eramîd axivî û destnîşan kir ku şehîd Yunis wekî hemû şehîdên azadiyê di rêya azadiyê û parastina welat de canê xwe feda kiriye.

Di dawiyê de Nisrîn Mamê wesîqeta şehadetê xwend, radestî malbatê kir û cenaze spartin axê.

eh

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/flokgMXD91I" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>