​​​​​​​Pirsgirêka qutbûna avê ya gundê Hîmo hat çareserkirin

Gerînendetiya Avê ya Qamişloyê bi hevkariya Şaredariya Gel a Hîmo pirsgirêka qutbûna avê ya gund çareser kir.

​​​​​​​Pirsgirêka qutbûna avê ya gundê Hîmo hat çareserkirin
​​​​​​​Pirsgirêka qutbûna avê ya gundê Hîmo hat çareserkirin
​​​​​​​Pirsgirêka qutbûna avê ya gundê Hîmo hat çareserkirin
7 îlon, 2020   12:28
QAMIŞLO

Piştî giliyên şêniyên gundê Hîmo yê rojavayê bajarê Qamişloyê li ser qutbûna ava vexwarinê, Gerînendetiya Avê bi hevkariya Şaredariya Gel a gund matoreke kehrebeyê dabîn kir û li şûna ya xirabbûyî li stasyonê bi cih kir.

Stasyona avê ya gund ji derdora 500 malan re avê dabîn dike, her wiha tê payîn ku stasyon piştî 3 rojan avê bide şêniyan.

Dê Gerînendetiya Avê cihê kombûna avê paqij bike û piştre bide şêniyan.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/U78SrCdjaWo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>