Li Nexweşxaneya Dêrikê beşeke taybet a nexweşên Koronavîrusê hate vekirin

Gerînendetiya Tenduristiyê ya Dêrikê beşeke taybet li Nexweşxaneya Dêrikê ji bo nexweşên vîrusa koronayê xist xizmetê.

Li Nexweşxaneya Dêrikê beşeke taybet a nexweşên Koronavîrusê hate vekirin
Li Nexweşxaneya Dêrikê beşeke taybet a nexweşên Koronavîrusê hate vekirin
Li Nexweşxaneya Dêrikê beşeke taybet a nexweşên Koronavîrusê hate vekirin
Li Nexweşxaneya Dêrikê beşeke taybet a nexweşên Koronavîrusê hate vekirin
Li Nexweşxaneya Dêrikê beşeke taybet a nexweşên Koronavîrusê hate vekirin
7 îlon, 2020   12:06
QAMIŞLO-NECBÎR OSMAN-ÎSAM ABDULLAH

Gerînendetiya Tenduristiyê ya Dêrikê bi hevkariya rêxistinên PIN û UPP a Îtalyayê beriya 5 mehan beşa taybet ji bo pêşwazîkirina nexweşên vîrusa koronayê (Covid-19) li Nexweşxaneya Gel a Dêrikê bi alavên guncaw, amade kir.

Beşa baldariya tund a ku li derveyî xizmetê bû û beşa klînîkên derve li Nexweşxaneya Gel a Dêrikê ji bo pêşwazîkirina nexweşên vîrusa koronayê, piştî paqijkirin û danîna alavên guncaw, hatin amadekirin.

Bi zêdebûna berbelavbûna pendamiya vîrusa koronayê li herêmê û piştî amadekirina beşa nû re, nexweşxane nexweşên vîrusê pêşwaz dike. Her wiha beşa nû dikare 40 nexweşên vîrusa koronayê pêşwaz bike û tevahî derfetên guncaw jî ji wan re pêşkêş bike.

Li aliyekî din jî Gerînendetiya Tenduristiyê tevahî tedbîrên pêşîlêgirtina berbelavbûna vîrusê girtin, da ku piştevaniya pergala tenduristiya herêmê bike û bikare nexweşan pêşwaz bike.

Li nexweşxaneyê beşa taybet a nexweşên bigûman ku vîrus bi wan re ye, heye û tê de 24 text hene, her wiha beşa rewşên westiyayî heye û tê de 8 text hene, beşa sêyem jî beşa oksicînê ye yan jî nefeskişandinê ye û tê de 6 text hene.

Piştî pêşwazîkirina beşa taybet a nexweşan, beşa nefeskişandinê ji nexweşxaneyê hat qutkirin. Ew jî ji bo tedbîr û xweparastinê ye.

Der barê tedbîr û erkdarkirina beşa taybet a ji du nuqteyan li Nexweşxaneya Gel a Dêrikê pêk tê de, endama rêveber a Komtîeya Tenduristiyê ya kantona Qamişlo Rojîn Ehmed wiha got: "Beşa taybet a pêşwazîkirina nexweşan bi hevkariya bi rêxistina PIN re ji bo pêşwazîkirina nexweşên bigûman hat amadekirin. Da ku alîkariyan heta başbûna ji nexweşiyê û derketina encamên tehlîlê, pêşkêş bikin."

Rojîn Ehmed destnîşan kir ku tevahî alîkariyên ji bo vê pandemiyê, Rêveberiya Xweser û Desteya Tenduristiyê pêşkêş kirin.

Rojîn Ehmed wiha domand: "Piranî nexweş ên temen mezin, nexweşên şekir, zext û dil in. Hin ji wan jî jiyana xwe ji dest da."

Hevseroka Gerînendetiya Tenduristiyê ya kantona Qamişlo Rojîn Ehmed bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir pabendî tedbîrên xweparastinê bin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/bTRQO79sgaU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>