Li Reqayê pêşangeheke berhemên destan hate vekirin

Komîteya Çand û Hunerê ya Reqayê li bajar pêşangeheke berhemên destan ku rewşa bajêr piştî vegera jiyanê vedibêjin, organîze kir.

Li Reqayê pêşangeheke berhemên destan hate vekirin
Li Reqayê pêşangeheke berhemên destan hate vekirin
Li Reqayê pêşangeheke berhemên destan hate vekirin
Li Reqayê pêşangeheke berhemên destan hate vekirin
Li Reqayê pêşangeheke berhemên destan hate vekirin
Li Reqayê pêşangeheke berhemên destan hate vekirin
30 tebax, 2020   13:06
REQA

Îro Komîteya Çand û Hunerê li bajarê Reqayê di çarçoveya rêzeçalakiyên hunerî de yên ku orgenîze dike, pêşangeheke berhemên destan û hunerên jinan vekir.

Di merasîma vekirinê de gelek şêniyên Reqayê û endamên Komîteya Çand û Hunerê amade bûn.

Di pêşangehê de gelek parçe û berhemên ku bi destê endamên Komîteya Çand û Hunerê ya bajarê Reqayê hatibûn çêkirin, hatin pêşendan.

Berhemên ku hatine pêşkêşkirin, rewşa bajarê Reqayê û vegera jiyanê li bajêr vegotin.

ANHA