Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê kî ye?

Di kongreya giştî ya 2’an a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ku duh li dar ket de, Sîham Dawûd bû sekretera giştî ya yê partiyê

Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê kî ye?
30 tebax, 2020   13:25
REQA-RUBA ELÎ

Li şûna şehîd Hevrîn Xelef a ku 12’ê Cotmeha 2019’an, di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şehîd bûbû, duh di kongreya giştî ya 2’an a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê de, Sîham Dawûd bû Sekretera Giştî ya yê partiyê.

SÎHAM DAWÛD KÎ YE?

Sîham Dawûd sala 1977'an li bajarê Dêrikê ji dayik bûye. Di 2002’an de lîsans di fîzya û kîmya de girtiye. Bi destpêka şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya 2011’an re, beşdarî xebatên jin û siyasî dibe.

Sîham Dawûd ji damezrînerên Însiyatîfa Jinan a Sûriyê ye, ku 27'ê Adara 2013’an hate avakirin. Armanca vê însiyatîfê jinên Sûriyê di bin sîwanekê de kom bike. Sîham Dawûd  bi têkoşîn ji bo yekitiya jinan û sekna li dijî tundiya li ser jinan tê nasîn.

Bi ragihandina avakirina Rêveberiya Xweser a Demokratîk a kantona Cizîrê re, Sîham Dawaûd di Meclisa Qanûnsaz a rêveberiyê de heta 2017’an xebitî, piştî bû endama rêveberiya dibistanan li herêma Dêrikê.

Piştî şehadeta Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û bi encama bandorbûna bi fikir û metoda partiyê, Sîham Dawûd biryar da ku tev li partiyê bibe. Armanca wê ya tevlêbûnê bibe dengê jinan ku ew jî dengê çareserkirina aloziyên li Sûriyê tevahî ye.

Girêdayî kongreya 2’an a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, Sîham Dawûd wiha got: "Kongre di rewşeke dijwar ku herêma Rojhilata Navîn bi giştî û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet tê re derbas dibe, hat lidarxistin."

Sîham Dawûd destnîşan kir: "Hedefa Partiya Pêşerojê ya Sûriyê xebata ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk a pirrengî ya nenavendî ye. Me ev yek jî di vê kongreyê de dît. Her wiha dê li ser şopa şehîdên xwe bimeşin."

Sîham Dawûd wiha bi dawî kir: "Dê ji bo Sûriyeke pirrengî û nenavendî bi hemû etnîkên civakî û pêkhateyên wê ji ciwan, jin û mezinan, bixebitin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/NAjcr-J0WFI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>