Navenda Roj dest bi kirîna penêr û mast ên herêmê kir

Berpirsên Navenda Roj a firotina kel û pelan a Dêrikê projeya xwe berfireh kir û dest bi kirîna penêr û mast ên ku li herêmê têne çêkirin, kir.

Navenda Roj dest bi kirîna penêr û mast ên herêmê kir
Navenda Roj dest bi kirîna penêr û mast ên herêmê kir
Navenda Roj dest bi kirîna penêr û mast ên herêmê kir
Navenda Roj dest bi kirîna penêr û mast ên herêmê kir
Navenda Roj dest bi kirîna penêr û mast ên herêmê kir
Navenda Roj dest bi kirîna penêr û mast ên herêmê kir
30 tebax, 2020   13:04
QAMIŞLO-ÎSAM ABDULLAH

Li Dêrikê dibînin buhayên sebze, berhemên şîr û goşt li Navenda Roj a firotina kel û pelan, li gorî yên sûka navendî baş in.

Navenda Roj a firotina kel û pelan piştî ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şaneya Aloziyê biryarên girêdayî pêkanîna projeyên aborî dan, nexasim piştî hilweşîna lîreyê Sûriyê li bermaberî dolarê û diravên biyanî, hate vekirin. Piştî paşdeçûna lîreyê Sûriyê buhayên madeyan bi awayekî balkêş biha bûn û bazirganan jî dest bi keysbaziyê kir.

Navenda Roj a Dêrikê sebze û fêkî bi buhayên guncaw ji şêniyan re peyda dike, hevsengiyek di nav sûkê de çêdike. Rayedarên saziyê, proje berfireh kir û beşa firotina penêr, mast û tevahiya cureyên goşt vekirin.

Şêniyê bi navê Mihemed Hebeş ê ji şêniyên Dêrikê diyar kir ku buhayên sebzeyan di Saziya Roj de li gorî sûkan maqûl in.

Berpirsên Navenda Roj piştrast dikin ku armanca wan ji firehkirina projeyê, peydakirina tevahiya pêdiviyên şêniyan ji sebze, fêkî, goşt, penêr û mast e. Ji ber ku buhaya kel û pelan di nav sûkan de biha ye û bazirgan keysbaziya hinek madeyan dikin.

Berpirsên projeyê îşaret pê kir ku proje di encama kirîna şêniyan pêdiviyên xwe ji navendê hate firehkirin.

Her wiha berpirsên projeyê da zanîn ku navend dê tevahiya cureyên goşt û berhemên şîr ji şêniyan re bi awayekî rojane bi buhayên gundew peyda bikin, bi şêwazekê ku barên wan sivik bikin.

Li gel vê tevgera şêniyan di nav navendê de, berpirsên navenda Roj tedbîrên hişyariyê digirin û maskan bi kar tînin.

(şx)

ANHA