Desteya Tenduristiyê: Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 53 kesên din bi Koronavîrusê ketine

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daneyên Koronavîrusê yên 24 saetên derbasbûyî aşkera kir û da zanîn ku 53 kesên din bi Koronavîrusê ketine.

Desteya Tenduristiyê: Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 53 kesên din bi Koronavîrusê ketine
27 tebax, 2020   07:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara kesên di nava 24 saetên derbasbûyî de bi vîrusa koronayê ketine û ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest dane, diyar kir.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa piştrast kir ku 53 kesên din pê ketine, jê 29 mêr û 24 jin in. 53 kesên bi Koronavîrusê  ketine li van herêmên in:

Hesekê: 6

Qamişlo: 17

Rimêlan: 1       

Dêrikê: 5

Amûdê: 3

Dirbêsiyê: 1

Dêrazorê: 4

Reqa: 2

Holê: 1

Tebqa: 13

Ciwan Mistefa bi bîr xist ku 5 kesên bi Koronavîrusê ketine baş bûne.

Hejmara kesên bi vîrûsê ketine bi giştî 478 kes in, ji wan 28 kesan jiyana xwe ji dest daye û 80 kes jî baş bûne.

(eh(