Li Efrînê dewleta Tirk berhemên dîrokî yê girê Durîmiyê didize

Li gorî dîmenên ku ji hewa hatine kişandin, diyar dibe ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker girê Durîmiyê yê kevnar ku li bakurê rojavayê bajarê Efrînê ye, dikolin da ku şûnwarên wê yên dîrokî bidizin.

Li Efrînê dewleta Tirk berhemên dîrokî yê girê Durîmiyê didize
27 tebax, 2020   06:52
EFRÎN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê berhemên dîrokî yên kantona Efrînê didizin û li dijî gel wê jî sûcên xwe didomîne.

Girê Durîmiyê bi 20 km li bakurê rojavayê bajarê Efrînê û 1,5 km jî dûrî gundê Erebwêran ê navçeya Şera ye. Wezareta Çandê û Gerînendetiya Giştî ya Şûnwaran û Muzexaneyên Sûriyê li gorî biryara 244’an a sala 1981’an ew gir li cem xwe belge kiriye.

Li gorî belgeyên ku Gerînendetiya Şûnwaran a kantona Efrînê bi dest xistine; di 7/11/2019`an û di 28/8/2019`an de, du wêneyên gir ku ji aliyê bakurê rojhilat ve hatine kişandin, gihaştin gerînendetiyê. Li gorî her du wêneyan û li gel wêneyên ji fezayê bi rêya Google Air hatine kişandin, xuya dibe ku gir tê kolandin.

Her wiha ji her du wêneyan û wêneya fezayê, diyar dibe ku gir bi bildozer û wesayîtên giran tê kolandin. Li gorî gotinên şêniyên resen ên gundên nêzî gir, darên zeytûnê yên ku temenên wê digihêje 70 salan, hatine hilkirin.

Li gorî şopandin me ji rewşa gir re bi rêya wêneyên fezayê yên ku vedigerin 7/8/2019`an, wergirtibû, daneyên ku me li jor bi bîr xistine, piştrast dikin. Dagirkeran bi armanca dîtina berhemên dîrokî girê dikolin, bi armanca zirarê bigihêjin herêma Efrînê û milkên şêniyên resen darên li ser gir hildikin. Lê armanca bingehîn guhertina demografiya herêmê û qirkirina etnîkî ye.

ANHA