4 welatî li Xaneqînê kuştî hatin dîtin

Li sînorê navçeya Xaneqînê ya Başûrê Kurdistanê, komek çekdarên nenas duh bi şev 4 welatî revandin. Welatiyên hatîn revandin, kuştî hatin dîtin.

4 welatî li Xaneqînê kuştî hatin dîtin
27 tebax, 2020   07:38
NAVENAD NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ajansa Rojnewsê, duh bi şev li gundê Mela Hemîd ya girêdayî navçeya Xaneqînê çend çekdarek nenas du wesayît şewitandin û çar welatî jî revandin.

Li gorî agahiyên ji nexweşxaneya Xaneqîn hatine standin, îro danê sibê cenazê her 4 welatiyên hatibûn revandin, li cihê bûyerê hatine dîtin.