Şaredariya Şîfa dest bi projeya nûkirina xetên kanalîzasyonê kir

Şareariya Gel a bajaroka Şifa ya gundewarên rojhilatê Dêrazorê projeya nûkirina xetên kanalîzasyonê da destpêkirin.

Şaredariya Şîfa dest bi projeya nûkirina xetên kanalîzasyonê kir
Şaredariya Şîfa dest bi projeya nûkirina xetên kanalîzasyonê kir
Şaredariya Şîfa dest bi projeya nûkirina xetên kanalîzasyonê kir
Şaredariya Şîfa dest bi projeya nûkirina xetên kanalîzasyonê kir
Şaredariya Şîfa dest bi projeya nûkirina xetên kanalîzasyonê kir
25 tebax, 2020   16:11
DÊRAZOR

Li ser gilî û daxwazên şêniyên bajaroka Şifayê, şaredariya gel a bajarokê bi derfetên kêm projeya nûkirin xetên kanalîzasyonê yên ji ber şer ziyan dîtine, da destpêkirin.

Werşeyên taybet ên vî karî yên şaredariyê xetên ziyan dîtine bi xetên nû guhert û du ragar ava kirin. Piştre rêyên sereke û şaxî yên bajarokê sererast kir.

Hevseroka Şaredariya Gel a Şifayê Zehra El-Milhim got: "Bi derfetên kêm û kêmbûna destekê me ev proje da destpêkirin da ku pirsgirêka ku şênî jê bi gazinc in bi dawî bikin. Di demeke nêzî de ev proje wê bi dawî bibe. Em ê projeyên wiha bidomînin heta ev pirsgirêk li tevahî herêmê bi dawî bibe."

ANHA