Şêniyên Efrînê piştgirî dan berxwedana Heftenînê

Şêniyên Efrînê yên li kampa Serdem a Şehbayê bi meşekê piştgirî dan berxwedana HPG'yê ya li Heftenînê û gotin, li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker divê yekitiya kurdî bê avakirin.

Şêniyên Efrînê piştgirî dan berxwedana Heftenînê
Şêniyên Efrînê piştgirî dan berxwedana Heftenînê
Şêniyên Efrînê piştgirî dan berxwedana Heftenînê
Şêniyên Efrînê piştgirî dan berxwedana Heftenînê
Şêniyên Efrînê piştgirî dan berxwedana Heftenînê
Şêniyên Efrînê piştgirî dan berxwedana Heftenînê
Şêniyên Efrînê piştgirî dan berxwedana Heftenînê
25 tebax, 2020   16:44
ŞEHBA

Bi sedan şêniyên Efrînê yên li kampa Serdemê ya kantona Şehbayê bi meşekê berxwedana Heftanînê ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker silav kirin.

Meş ji qada kampê dest pê kir û li ber navenda meclisa kampê bi dawî bû.

Di meşê de posterên Rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan hatin hildan û pankarên bi nivîsên "Tirkiyê xaka me dagir dike, zarok û mezinên me dikuje û Rûsya bêdeng e", "Serkeftina berxwedana Heftenînê serkeftina gelan e", "Ji wehşiyeta dewleta Tirk re na", "Bijî berxwedana Heftenînê ", "Bi şerê gelê şoreşger û lehengiya gerîla wê dagirkerî û îxanet têk biçe" hatin vekirin. Her wiha diruşmeyên silavkirina berxwedana Heftenînê hatin berzkirin.

Meş li pêşiya navenda meclisa kampê rawestiya. Li vir deqeyeke rêz hate girtin. Piştre endama meclisa Jinan a Kampa Serdemê Leyla Îbrahîm axivî û got: "Dewleta Tirk êrişên xwe li ser herêmên Rojhilata Navîn zêde kirine, dixwaze bi serkêkşiya sulmanê Osmanî yê nû Erdogan împratoriya Osmanî ya nû ragihanîne."

Leyla  girîngiya avakirina yekitiya kurdî li hemberî êrişên Trikiyê yên li ser Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê destnîşan kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Bi navê şêniyên Efrînê yên li kampên Şehbayê em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Iraq û Rojhilata Navîn rawestîne."

Di dawiya çalakiyê de diruşemyên şeremzarkirina dagirkeriya dewleta Tirk û silavkirina berxwedana Heftenînê hatin berzkirin.

ANHA