Rojnamevan: Lutkeya Emanê ji bo lawazkirina Tirkiyê, Îran û Îxwan e

Rojnamevan û şopdarên lutkeyê li paytexa Urdun Emanê li dar dikeve, diyar kirin ev lutke nameya piştevaniya Iraqê li dijî destwerdanên Tirkiyê û Îranê ye dide. Her wiha destekê dide Urdunê ya ku Îxwan El-Mislimîn ji hev xist.

Rojnamevan: Lutkeya Emanê ji bo lawazkirina Tirkiyê, Îran û Îxwan e
25 tebax, 2020   15:38
QAHÎRA – EMANÎ EZAM

Li paytexta Urdun Emanê di navbera Şahê Urdunê Abdullah El-Sanî, serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî û serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî de lutkeyeke sê alî li dar dikeve.

Di lutkeyê de her sê alî,  mijarên hevkarî, istîsmar û aboriya di navbera welatên xwe û dozên herêmî û di serî de doza Filîstînê, têkoşîna li dijî terorê û dozên Sûriyê û Lîbyayê, nîqaş dikin.

Abdullah El-Sanî û Sîsî têkiliyên her du welatan û pêşketinên dawî li herêmê û di serî de doza Filîstînê, her wiha hevkarî û koordîneya ji bo pêşîgirtina belavbûna Koronavîrusê û sivikirina bandorên wê yên mirovî û aborî, nîqaş kirin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Urdunê Betrayê "Şahê Urdunê îşaret bi girîngiya destekdayîna kedên Misirê yên ji bo têkoşîna li dijî terorê, kir."

'DERD HEVPAR E'

Rojamevanê Misirî Mehmûd Beysûnî derbarê vê lûtkeyê de ji ANHA'yê re axivî û got: "Civîna sê alî ya serokê Misirê Abdulfetah Sîsî, şahî Urdunê Abdullah El-Sanî û serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di çarçoveya tevkariya hersê welatan Misir, Urdun û Iraqê de pêk tê."

Beysûnî destnîşan kir ku "Lutke cara duyemîn li dar dikeve, piştî ku çalakiyên Qahîre sala 2019'an dest pê kirin. Ev lutke di esas de ji bo xurtkirina tevkariya aborî, bazirganî û razimanî ya di navbera hesê welatan de û nîqaşkirina dozên herêmî de pêk hat."

Rojnamevanê Misirî diyar kir derdê hersê welatan hevpar û giran e û got: "Derdê hersê welat di aliyê herêmî, erebî û rageşiyên ku li ser wan hatiye ferzkirin hevpar e. Di serî de di aliyê geşkirina aborî, têkoşîna li dijî terorê û destwerdanên herêmî derdên wan yek e."

'LUTKE NAMEYÊN PIŞTGIRIYA IRAQÊ LI DIJÎ TIRKIYÊ Û ÎRANÊ YE Û PIŞTGIRIYA URDUN LI DIJÎ ÎXWAN DIDE'

Beysûnî diyar kir ku "Lutke di nava xwe de nameya piştgiriya Iraqê li dijî xeteriyên milîsan û kotaya mezhebî ya li Iraqê ye dide. Her wiha nameyên piştgiriya Iraqê li dijî zêdegaviyên Tirkiyê yên li ser xaka Iraqê dide. Dîsa jî Urdun koma Îxwan a terorîst ji hev xist, ji ber wê rageşeyên ewlehî û siyasî xwe ferz kirine. Misir destekê dide Iraq û Urdunê li hemberî koma Îxwan a terorîst û xeteriya milîsên çekdar."

Rojnamevanê Misirê Mehmûd Beysûnî destnîşan kir "Lutke xebatên Misirê  yên ji nûve avakirina hevsengiyê di qada Erebî de xurt bike, her wiha têgehîna dewleta niştimanî û

berxwdana li hemberî hewldanên hegemoniya herêmî xurt dike ya ku hin dewlet mîna Tirkiyê  û Qeterê bi desteka rêxistinên terorîst û milîsên leşkerî hewl didin pêk bînin. Ruxandina têgîna dewleta niştimanî di cîhana erebî de rageşiya sereke ya ku di lutkeya sêalî de hatiye nîşandan. Piştrê dê mijarên ewlehî û leşkerî tên. Hersê welat dê mijarên geşkirina hundirîn, pêşxistina aobrî, tevkariya aborî, bazirganî û razimaniya di navbera hersê welatan nîqaş bikin."

Serokê beşê çapemeniyê ya zanîngehê Elh El-Beyt a Iraqê Dr. Xalib El-Daim jî li ser girîngiya vê lutkeyê got: "Girîngiya lutkeyê, di beşdarkirina Iraqê ji bo qada Erebî de tê, ku ji Umeta Erebî dûr ketibû."

El-Daimî destnîşan kir ku beşdarbûna Misir di her kongreyekê de bandoreke erebî resen dide.