Serokê Mossadê yê Îsraîlê serdana Îmaratê kir

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Îmaratê Wam, sêşemê serokê îstixbarata Îsraîlê (Mossad) Yossi Cohen serdana Îmaratê kir û bi şêwirmendê ewlehiya netewî ya Îmaratê şêx Tehnûn Bin Zayid Al Nehyan re hevdîtin kir.

Serokê Mossadê yê Îsraîlê serdana Îmaratê kir
18 tebax, 2020   16:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa Nûçeyan a  Îmaratî (WAM),  şêx Tehnûn Bin Zayid "Kedên Cohen ên ji bo serkeftina îmzekirina Peymana Aşîtiyê ya Îmarat-Îsraîlê ku dê roleke erênî di mayîndekirina aşîtiya li herêmê de bilîze û asoyên nû yên hevkariya her du welatan de vebike", pîroz kir.

Her wiha got, dê Îmarat girêdayî pîvanên xwe yên têkildarî aşîtiyê û xurtkirina dîplomasiyê de bimîne, ku dê ev yek îstiqrara li herêmê û giştî cîhanê mayînde bike.

Hêjayî gotinê ye ku pêncşemê (13`ê Tebaxê) serokê Amerîkayê Dunald Trump ragihandibû ku bi sponseriya welatê wî, peymaneke dîrokî di navbera Îsraîlê û Îmaratê de pêk hatiye.

(cx)