Endamekî Hizbullah bi doza kuştina Herîrî hate hate tewanbarkirin

Dadgeha navnetewî ya taybet bi Lubnanê îro (sêşemê) girêdayî doza kuştina serokwezîrê Lubnanê yê berê Refîq Herîrî, endamekî Hizbullahê tewanbar kir. Kurê Refîq Herîrî Seed Herîrî ev yek pejrand.

Endamekî Hizbullah bi doza kuştina Herîrî hate hate tewanbarkirin
18 tebax, 2020   16:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Dadgehê endamê Hizbullahê Selîm Eyaş bi kuştina Herîrî tewanbar kir û ji ber ku îspatên pêwîst tune bûn, 3 kesên din ên tewanbar bê guneh destnîşan kir.

Dadgehê destnîşan kir ku nikarin hejmara kesên li pişt teqînê diyar bikin û kesên tewanbar girêdayî aliyekî rêxistinkirî ne.

Her wiha diyar kir ku îspatên heyî îşartê bi wê yekê dikin ku bûyera kuştinê, siyasî bû û got: "Armanc ji kuştina Herîrî, têkbirina îstiqrara Lubnanê bû. Lê belê aliyê ku berê kesên tewanbar  dane kuştine Herîrî, nayê zanîn."

Serokwerzîrê Lubnanê yê berê Seed Herîrî jî got: "Dê di doza kuştina Herîrî de adelet pêk bê. Em cezayê dadgeha navnetewî ya taybet bi Lubnanê dipejirînin."

(cx)