' Çeteyên Tirkiyê sivîlan direvînin û fidiyeyê bi pereyên Tirkiyê dixwazin'

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê ragihand ku çeteyên girêdayî Tirkiyê ve, welatiyên Kurd bi tewana ku têkiliêyên wan bi Rêveberiya Xweser re hebûn direvînin û got : "Fidiyeyê bi pereyên Tirkî ji malbatên wan dixawzin."

' Çeteyên Tirkiyê sivîlan direvînin û fidiyeyê bi pereyên Tirkiyê dixwazin'
18 tebax, 2020   18:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistinê di raporeke xwe de ku îro belav kir  got: "Çeteyên koma Siqûr Şemal a girêdayî dewleta Tirk a dagirker di dîroka 17`ê Tebaxa 2020`an de zêdetirî 10 sivîlên Efrînê yên ji gundê Gemrukê yê girêdayî navçeya Mabata, revandin û ji bo serbestberdana wan fidiye ji malbatên wan xwestin."

Li gorî rapora rêxistinê, sivîlên hatine revandin ev in: Ednan Zekeriya Hesen (35), Ehmed Zekeriya Hesen (38) ku bira ne, Ebdulrehman Ebdo Ehmo (75) ku piştî hezar Lîreyên Tirk dan îro hate berdan, Luqman Xelîl Ehmo (35), Ebdo Hesen Resûl (75), Zekî Xoce Elî (62) û Kemal Hesen Ehmed (62). Navên kesên din nehatin zanîn.

Rêxistinê  destnîşan kir ku çeteyên koma navborî bi tewanên ku di dema Rêveberiya Xweser de parastina bendên kontrolê yên gund kirine, her 10 kesan wekî komekê direvînin. Çeteyên Siqûr Şemal li hemberî serbestberdana wan, hezar lîryên Tirkiyê fidiye diwazin. Ji bilî Ebdulrehman Ebdo Ehmo ku îro hate berdan, hemû kesên din hîna li cem çeteyan revandî ne. Hemleya revandinê li gund hîna berdewam e."

(cx)

ANHA