Heda Hezam: Jinên Kurd bûne sembola berxwedana li hemberî DAIŞ û Erdogan 

Seroka Meclisa Rêveberiya Rojnameya El-Fecir a Cezaîrê nivîskar û şîrovekara siyasî Heda Hezam got:  “Jinên Sûriyê, bi taybet jî jinên Kurd wêrekiya xwe li hemberî milîsên Erdogan ên li Sûriyê nîşandan û ji bo parastina rûmet û xaka xwe li dijî DAIŞ sekinin. Bûne sembola berxwedana Kurd a li dijî artêşa Tirk. Lewra ji aliyê dewleta Tirk ve têne hedefkirin.”

Heda Hezam: Jinên Kurd bûne sembola berxwedana li hemberî DAIŞ û Erdogan 
28 hezîran, 2020   02:07
QAHÎRA – EMANÎ EZAM

Seroka Meclisa Rêveberiya Rojnameya El-Fecir a Cezaîrê nivîskar û şîrovekara siyasî Heda Hezam di hevpeyvînekê bi ANHA'yê re banga domandina xeta têkoşînê li hemberî planên dewleta Tirk li jinên Kurd kir.

Heda yê bang li cîhana îslamî û ya erebî kir ku hêviyên Erdogan ên berfirehkirina dagirkeriya xwe bi sînor bike û destekê bibin helwesta gelê Misir û Sûriyê. Heda got: “Planên Tirkiyê tenê li Sûriyê an Lîbyayê sînordar namînin.”

Hevpeyvîn wiha ye?

Çima dewleta Tirk bi domdarî tevger û rêxistinên jnan dike hedef?

Ev ne cara yekemîn e ku Tirkiye jinên Sûriyê, bi taybet jinên Kurd dike hedef. Di Cotmeha sala borî de Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevîn Xelef kirin hedef.

Beriya çend rojan jî endamên Kongreya Star "Tovên Rêxistinbûyîna Jinê" a ku bi karûbarên jinên Kurd re eleqedar dibe kirin hedef û 3 çalakvanên jin qetil kirin. Sedema hedefkirina jinan ji her kesî re eşkere ye, jinên Sûriyê bi giştî û yên Kurd bi taybet wêrekiya xwe li hemberî milîsên Eredogan ên li Sûriyê nîşandan û ji bo parastina rûmet û xaka xwe li dijî DAIŞ sekinin, jin şehîd bûn û bûne sembola berxwedana Kurd a li dijî artêşa Tirk.

Gelo armanca Tirkiyê ji hedefkirina 3 çalakvanên jin ên li bajarê Kobanê çi ye?

Jinên Kurd ên çalakvan ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve têne hedefkirin. Ji ber ku jinên Kurd bi lehengiya xwe li hemberî artêşa Tirk û komên cedar ên girêdayî wî bûne mînak li Sûriyê. Çîroka şehîda Kurd Barîn Kobanê ya ku leşkerên Tirk ew dîlgirtin, êşkencekirine û berî du salan li bajarê Efrînê qetil kirine hovîtiya hebûna Tirk li Sûriyê bi taybet li herêmên Kurdan eşkere dike. Dewleta Tirk dizane ku jina Kurd rêya berxwedanê nîşanî zilaman dike û bê teredudu çek hildigire. Gelek serpêhateyên berxwedanê yên jinên Kurd di ragihandina cîhanê de hatin parvekirin.

Bi nêrîna we li hemberî siyasetên înkarkirina îradeya jinê, çi ji jinan, bi taybet jî tevger û rêxistinên jinan, tê xwestin?

Bi nêrîna min jinên Sûriyê û jinên Kurd xwe mecbûrî şerê DAIŞ û hevkarên wê Tirkiyê dîtin. Ji ber ku jin bibûn hedefa DAIŞ û bi navê cîhada nîkahê dihatin kolekirin, DAIŞ’ê civak neçar kir ku nêrîna xwe ya li jinê biguhere. Lewra divê  jin têkoşîna xwe ya li hemberî nêrîna neyînî ya civakî dewam bike. Jinê çek rakir, bi lehengî şer kir û berdêl dan. Divê rêxistinên jinan, cîhanê û navnetewî destekê bibin têkoşîna jinên Sûriyê. Her wiha destekê bidin jinên Êzidî yên li Iraqê û hemû jinên ku ji aliyê DAIŞ'ê hatin kolekirin, li bazaran hatin firotin û yên ku hewl da berxwedanê bikin, hatin kuştin.

Dê dawiya bêdengiya dewletên garantor, derbarê binpêkirinê Tirkiyê li herêmê çibe?

Zêdegaviyê Tirkiyê hedefkirina jinan derbas kir. Divê dewletên erebî û îslamî li hember hêviyên Erdogan ên berfirehbûnê bisekinin û destekê bidin helwesta Misir û Sûriyê. Ji ber ku planên Erdogan li Sûriyê an Lîbyayê sînordar namînin.

ANHA