KJAR: Çarenûsa du endamên me nayê zanîn

Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) daxuyand ku 2 endamên wan ên li li bajarê Urmiyeyê hatine girtin û agahî ji wan nayê wergirtin.

KJAR: Çarenûsa du endamên me nayê zanîn
8 mijdar, 2026   14:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên rejîma Îranê du endamên wan ên bi navê Zehra Pîrdehqan û Perwîn Rasiq Qizilbaş li bajarê Urmiyeyê girtine û derbarê wan de agahî wergirtin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li gorî gotinên zarok û malbatên van her du çalakvanan, tevî ku di serdegirtina wan re gelek meh derbas bûne jî tu agahiyeke zelal derbarê cihê girtinê, rewşa tendurustî û çarenûsa wan de di dest de nîne; her wiha saziyên ewlehî û dadwerî derbarê çarenûsa jinên çalakvan de tu agahî nadin.

KJARê hişyarî bertek nîşanî rejîma Îranê da û wiha got: “Windakirina bi zorê û bêbeşkirina girtiyan ji mafê hebûna parêzer, peywendiya berdewam û hevdîtina bi malbatên wan re, binpêkirina pîvanên yasayî û navneteweyî ye. Divê demek ji ya din zûtir cihê girtina Zehra Pîrdehqan û Perwîn Rasiq Qizilbaş bê eşkererekirin, tendurustî û mafên wan ên yasayî bên misogerkirin.”

Endama Kjarê Zehra Pîrdehqan a 32 salî û ji Çaldiranê di 25ê Hezîranê de û Endama KJARê Perwîn Rasiq Qizilbaş a 33 salî û ji Makûyê di 28ê Hezîranê de li bajarê Urmiyeyê hatibûn girtin.