Mijarên rojnameyên Erebî yên hefteya derbasbûyî

Di hefteya derbasbûyî de çeteyên "Tehrîr El-Şam" yên li Idlibê şerê tesfiyekirinê li dijî muxalifên siyasetên Tirkiyê pêk anîn.  Misirê jî derbarê Lîbyayê de peymanên tund da Tirkiyê. Her wiha Fransayê fişarên xwe yên li ser Tirkiyê zêde kir û ji Ewropayê xwest ku lêvegereke kur li têkiliyên xwe yên bi Tirkiyê re çêbike.

Mijarên rojnameyên Erebî yên hefteya derbasbûyî
27 hezîran, 2020   23:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî di hefteya derbasbûyî de behsa rewşa Idlibê, peyamên Misirê ji bo Tirkiyê û aloziya di navbera Fransa û Tirkiyê de kirin.

EL-EREB: EL-COLANÎ ŞERÊ TESFIYEKIRINÊ LI DIJÎ HEVRIKÊN XWE BI ERÊKIRINA TIRKIYÊ PÊK TÎNE

Têkildarî mijarê rojnameya El-Ereb wiha nisîvî: "Heyet Tehrîr El-Şam duh fermandarekî cîhadîst ê navdar bi navê Ebû Malik El-Tilî li Idlibê girt. Ew jî bi hedefa perspektîfa tesfiyekirinê ji Ebû Mihemed El-Colanî ya tevahî hevrik û dijberên siyaseta Tirkiyê li herêmê de hat, nesaxim jî li gorî peymanên dawîn bi Rûsyayê re."

Li gorî rojnameyê, girtina El-Tilî piştî çend rojan ji tesfiyekirina fermandarên rêxistina Huras El-Dîn bi firokeya bêpîlot li rojavayê Idlibê, pêk hat. Di heman demê de li ser hesabên Telegramê yên rêxistina El-Qaîde tawanên li dijî serçeteyê Heyet Tehrîr El-Şamê hatin ku piştî kuştina berpirsê leşkerî yê Huras El-Dîn Xalid El-Arorî (Ebû El-Qesam El-Urdinî) û fermandarê Artêşa El-Badiye Bîlal El-Senayî ye. Ev tawan di nava cîhadîstan de rastî nîqaşên mezin hatin.

El-Tilî di 7’ê Nîsana par de ji Heyet Tehrîr El-Şam veqetî û koma çekdar a bi navê “Lîwa Muqatilîn El-Ensar" ava kir. Ebû Malik li dijî Heyet Tehrîr e ku bi Enqereyê ve hatiye girêdan û li dijî peymanên Rûsya-Tirkiyê der barê herêma bêçek de ye.

Li gorî cîhadîstan pêngava girtina El-Tilî û beriya wê jî tesfiyekirina fermandarên Huras El-Dîn ku hê jî tê texmînkirin ku di rojên bê de zêde bibin, ne jî şewqa kesk a Tirkiyê bûya, pêk nedihat. Ji ber ku ji berjewndiya Enqereyê ye hêz û yekitiya Heyet Tehrîr El-Şam hebe ku xizmetî ajandayên wê yên li Sûriyê bike.

EL-BEYAN: WASHINGTON BER BI DIRÊJKIRINA DEMA QEDEXEYA FIROTINA ÇEKAN JI ÎRANÊ RE

Der barê rewşa Îranê, rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Wezîrê karên derve yê DYA’yê Michael Pompeo bang kir ku divê Washington ji bo dirêjkirina dema qedexeya ku çek ber bi Îranê ve were şandin ku di Cotmeha pêş de bi dawî dibe, bixebite.

UKAZ: GELO ENQERE PEYAMÊN QAHÎREYÊ FEHM DIKE

Rojnameya Ukaz ev tişt nivîsand: "Heger rejîma Erdogan nameyên Misirê yên di axaftina serok Abdulfetah El-Sîsî de ya beriya du rojan baş nexwîne, divê tenê loman ji xwe bike. Her wiha Enqere Qahîre ji ber ku cîranê Lîbyayê ye, şantaj dike."

Vê carê bi taybet piştî însiyatîfa Misirê ji bo agirbestê, peyamên El-Sîsî yên siyasî û leşkerî aşkera, zelal  û bi hêz bûn, her wiha  Tirkiyê û hikûmeta Wîfaq ev gotin paşguh kirin. Lê belê Enqereyê guh neda vê yekê û di şandina çete û milîsan de berdewam e. Li aliyekî din jî li gorî çavdêrekî misirî, şerê li Lîbyayê ji sînorên Misirê ve pir nêz bû, bi wê re jî serok El-Sîsî got Sirt û Cefra li gorî Misirê xetên sor in û diviyabû helwesteke zelal û tund li ser destwerdanên Tirkiyê bihata ragihandin û Qahîreyê jî ev ragihand û rastî rewabûneke navneteweyî hat.

EL-EREB: FRANSAYÊ BANG LI YE`YÊ KIR KU BINGEHÊN NÛ JI BO TÊKILIYÊN BI TIRKIYÊ RE DEYNE

Der barê nakokiyên Fransa – Tirkiyê de  rojnameya El-Ereb ev tişt got: "Fransa ya ku paşketin di têkiliyên wê bi Tirkiyê re ji ber bihevketina berjewendiyan di zêdetirî herêmekê ji cîhanê û ji derveyî Rojhilata Navîn û Lîbyayê, ji Yekitiya Ewropayê (YE) xwest ku der barê têkiliyên bi Tirkiyê re endama di NATO`yê de, nîqaşên berfireh bê çêke."