ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-6-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-6-2020`AN
27 hezîran, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Kongreya Star û Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê ji bo endamên Koordînasyona Kongreya Star Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û dayika Emîna Weysî yên ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker a 23'yê Hezîranê de ya li ser gundê Helîncê yên Kobanê şehîd bûne, konê sersaxiyê li bajarê Qamişlo vedidin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hêzên Ewlekariya Hindirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, piştî şopandin û xebatên  istixbaratî torrek a MÎT’ê ya 6 kesî (2 ji wan jin)  rûxandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbatên şehîdan ên navçeya Til Temirê lihevkirina Kurdî-Kurdî bi gava dîrokî û pîroz bi nav kirin û diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker tevahî gelê Kurd dike hedef. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Niştecihên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi zimanên hev diaxivin. Zehmet e ku mirov  ferqa Kurd, Ereb û Suryan ji hev derxe. Şênî xwe xwediyê doza û çarenûsa hevpar dibînin, ji ber ku mûzayîkeke xweşik afirandine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Jina bi navê (M.B) lêdan ji çeteyan xwar, bijîşkê ku rewşa wê dişopîne dermanekî şaş da wê, ji ber wê rewşa wê ya tenduristiyê girantir bû û hewl da dawî li jiyana xwe bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li kampa Holê jinên DAIŞ`ê yên rûsî xetere ne, ji ber dixwazin li gorî fikirinên DAIŞ`ê xwe perwerde bikin. Gelek pere tê kampê gelo ji ku derê tê û bi ku ve diçe? (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Di hefteya derbasbûyî de çeteyên "Tehrîr El-Şam" yên li Idlibê şerê tesfiyekirinê li dijî muxalifên siyasetên Tirkiyê pêk anîn.  Misirê jî derbarê Lîbyayê de peymanên tund da Tirkiyê. Her wiha Fransayê fişarên xwe yên li ser Tirkiyê zêde kir û ji Ewropayê xwest ku lêvegereke kur li têkiliyên xwe yên bi Tirkiyê re çêbike..

JIN

-Kongreya Star ji bo bîranîna şehîd Zeyneb Kinacî (Zîlan) civînekê li Hola Seyran a bajarê Qamişlo li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên siyasetmedar ên bajarê Reqayê êrişa dewleta Tirk a li ser Kobanê şermezar kirin û diyar kirin ku her sê jinên şoreşger di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî kedeke mezin bûn, ji ber  wê dewleta Tirk tevlihev bûye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Tevgera Kevana Zêrîn a kantona Efrînê ji bo bîranîna şehîd Zeyneb Kinaci (Zîlan) dest bi amadekariyên hefteya çandê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPYVÎN

- Seroka Meclisa Rêveberiya Rojnameya El-Fecir a Cezaîrê nivîskar û şîrovekara siyasî Heda Hezam got:  “Jinên Sûriyê, bi taybet jî jinên Kurd wêrekiya xwe li hemberî milîsên Erdogan ên li Sûriyê nîşandan û ji bo parastina rûmet û xaka xwe li dijî DAIŞ sekinin. Bûne sembola berxwedana Kurd a li dijî artêşa Tirk. Lewra ji aliyê dewleta Tirk ve têne hedefkirin.”. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Gerînendeya Kehrebê diyar kir ku saetên dana kehbrebê girêdayî kêmbûna asta ava çemê Firatê, saeteke sabit ji bo kehrebe nine. Gerînendeyê mekanîzmeya avakirina buroyeke rê girtina li ber dizî û xerçkirina zêde ya kehrebe lêkolîn dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şardariya Gel  a Kobanê beriya çend roja dest bi projeya qîrkirina rêyan kiriye ku di palana wê ya îsal de ye. Şarededariya Kisratê jî xizmetê pêşkêşî 13 gundên başûrê Reqayê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA