Kuştiyên çeteyên Semirqend ji Lîbyayê gihaştin Efrîna dagirkirî

Çavkaniyan daxuyand ku cenazeyên 4 çeteyên Semirqend ku li Lîbyayê hatibûn kuştin, gihaştin gundê Qasim ê navçeya Raco ya kantona Efîrnê ya dagirkirî.

Kuştiyên çeteyên Semirqend ji Lîbyayê gihaştin Efrîna dagirkirî
16 hezîran, 2020   07:55
ŞEHBA

Dewleta Tirk a dagirker di şandina çeteyên xwe bo Lîbyayê de ku li dijî artêşa Lîbyayê şer bikin, berdewam dike, her wiha dem bi dem kuştiyên çeteyan dişînin kantona Efrînê ya dagirkirî.

Çavkaniyan ji ANHA’yê re daxuyand ku 4 cenazeyên çeteyên Semirqend ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, her wiha 4 birîndarên giran, gihaştin Efrîna dagirkirî.

Çavkaniyan diyar kir ku kuştî û birîndar birin gundê Qasim ê navçeya Raco ya kantona Efrînê ya dagirkirî, her wiha çeteyên Semirqend birîndarên xwe ranekirin tu nexweşxaneyekê.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriye destnîşan kir ku çavkaniyên taybet daxuyand ku artêşa Tirk a dagirker çeteyên xwe ku li eniyên Lîbyayê yên di nava milîsên El-Sîrac ên girêdayî Tirkiyê de şer dikin, li goristana gundê Yalanqozê yê girêdayî navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ya dagirkirî vedişêrin.

Dewleta Tirk a dagirker ciwanên temenbiçûk ji şêniyên kantona Efrînê yên resen, dişînin Lîbyayê da ku li hember hêzên Xelîfe Hefter şer bikin.

(fr)

ANHA