Asayîşa PDK’ê çalakiya Hewlêr asteng kir

Li bajarê Hewlêrê dema ku welatiyan xwestin êrişên dewleta Tirk a dagirker a li ser Başûrê Kurdistan, Mexmûr, Şengal û qadên gerîla şermezar bikin, ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatin astengkirin.

Asayîşa PDK’ê çalakiya Hewlêr asteng kir
15 hezîran, 2020   16:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Komek welatiyên ku xwestin êrîşên dewleta Tirk a li ser Kurdan saet protesto bikin, saet 18:00’an li pêşiya Neteweyên Yekbûyî ya Hewlêr kom bûn. Lê asayîşa PDK’ê rê neda vê û êrîşî çalakvanan kirin.

Ji çalakvanan bavê Şehîd Başûr Mam Hadî, çalakvanê siyasî Hawrê Kurdî û Eyup Hamid girtin.

Her wiha hate ragihandin ku Hîwa Umer û hevjîna wî li gel Mamoste Mexdîd ên endamê Hîzba Şuî ku dixwestin tevlî çalakiyê bibin hatin girtin.