Êrişên dewleta Tirk li Dêrikê hatin şermezarkirin

Bi sedan şêniyên bajarê Dêrikê bi meşekê êrişên dewleta Tirk ên li ser wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), Şengal û herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

Êrişên dewleta Tirk li Dêrikê hatin şermezarkirin
Êrişên dewleta Tirk li Dêrikê hatin şermezarkirin
Êrişên dewleta Tirk li Dêrikê hatin şermezarkirin
15 hezîran, 2020   16:33
DÊRIK

Meş ji qada Azadî dest pê kir. Meşvanan bi wêneyên şehîdan û al û semolên Kurdî di nava kolanên bajêr de geriyan û ber bi qada Şehîdan ve bi rê ketin. Di wê navberê de diruşmeyên silavkirina berxwedana Şengal û Mexmûrê hatin qîrkirin.

Di meşê de pankartên bi nivîsên "Ji sûcên faşîzma dweleta Tirk ên li dijî gelê Kurd re na" û "Em êirşên faşîzma Tirk ên li ser gelê me yên Kurd li Şengal, Mexmûr û çiyayên Kurdistanê şeremzar dikin" hatin vekirin.

Meş li qada Şehîdan rawestiya û veguherî mîtîngê.

Hevserokê Meclisa Navçeya Dêrikê Sahib Osman axivî û anî ziman ku êrişên Tirkiyê yên li ser Şengal û wargeha Şehîd Rustem Cûdî berdewama siyaseta Tirkiyê ya qirkirina gelê Kurd û tevahî gelên herêmê ye.

Osman got: " Sûcên Tirkiyê wê îradeya me naşkîne û girêdana me ya bi daxwaz û mafên me yê rewa xurtir dike."

Sahib Osman bang li hêzên Kurdistanî û gelê Kurd ên hudir û derveyê welat kir ku li dijî êrişên dagirkeriyê yekitiya xwe ava bikin û serhildanan li dar bixin.

Çalakî bi berzkirina diruşmeyên şermezarkirina dewleta Tirk bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/kTtlRX4YjVU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>