Li Dirbêsiyê bi hezaran ji bo Mexmûr û Şengalê meşiyan

Bi hezaran şêniyên Dirêbêsiyê û Zirganê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Wargeha Mexmûr, Şengal û herêmên Parastinê yên Medyayê meşiyan.

Li Dirbêsiyê bi hezaran ji bo Mexmûr û Şengalê meşiyan
15 hezîran, 2020   17:32
HESEKÊ

Betekên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengal, wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) û herêmên Parastinê yê Medyayê yên Başûrê Kurdistanê zêde dibin.

Bi hezaran şêniyên Dirbsêiyê û Ziraganê yên kantona Hesekê ji qada Şehîdan a rojavayê navçeya Dirbêsiyê  dest bi meşê kirin.

Di meşê de  pankartên wekî "Em êrişên faşîzma dewleta Tirk a li ser gelê Kurd ê Şengal, Mexmûr û çiyayên Kurdistanê şermezar dikin" û "Ji bêdengiya navdewletî ya li hemberî sûcên Tirkiyê re na" hatin vekirin. Di meşê de diruşmeyên silavkirina berxwedana gel û şermezarkirina dewleta Tirk hatin berzkirin.

Meş li ber avahiya Şaredariya Gel a navçeya rawestiya. Bi navê Meclisa Katona Hesekê Macîda Emîn axivî û got:"Dewleta Tirk a dagirker hîna jî di êrişên xwe yên ser gelê Kurd de berdewam e. Ev êriş li pêşberî çavê cîhanê têne kirin li tu kes dengî xwe dernaxe."

Macîda bêdengiya hikumeta Herêma Kurdistanê û Hikumeta Iraqê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagiker şmerezar kir.

Çalakî piştî axaftinan û şûnde bi diruşeyên şeremzarkirina êrişên Tirkiyê û banga yekitiya Kurdî bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/RFxNhNmMtqU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>