PYD: Yekitiya Kurdî têrê dike ku faşîzmê têk bibe

Meclisa Giştî ya PYD‘ê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker got:  " Yekitiya Kurdî û hevgirtina wê ya bi hêzên demokratêk têrê dike ku faşîzmê têk bibe."

PYD: Yekitiya Kurdî têrê dike ku faşîzmê têk bibe
15 hezîran, 2020   15:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker a şevê din ên li ser Şengal, wargeha Mexmûr û herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek belav kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Dewleta Tirk a dagirker êrişeke hawayaî berfirhe bere ser Başûrê Kurdistanê, Şengal, Wargeha Penaberan a Mexmûrê, herêmên Bradostê, Zap, Heftenîn û herêmên din. Wekî her tim di mijareke girêdayî gelê Kurd de hemû pîvanên exlaqî û qanûnên navdewletî binpê dike.

Ya ku dewleta Tirk kiriye delîlê bêpareçbûn û bêhêzbûna wê nîşan dide. Dewleta Tirk ji ber şerê ku li Kurdistanê û herêmê dimeşîne di krîzeke aborî de ye. Di hundir de jî li pêşberî berxwedana demokratîk a gelê Kurd ê Bakurê Kurdistanê tengav bûye.  Dibîne ku plan û lîstokên wê yên qirêj ên li dijî geêl Kurdî roj bi roj li hemberî berxwedana gelê Kurd li tevahî cîhanê têk diçe. Bi mîna van dijminatiyê dixwaze hebûna xwe sîbat bike, dixwaze ji alîgirên xwe yên hundir re bide xuyakirin ku ew bi hêz e. Lê terorê belav dike û gefan li derve dixwe.

Li aliyekî din jî hewl dide nakokiyan di nava gelê Kurd de biafirîne û hêzên Kurdî bi gef û şantajan bikişîne bi aliyê xwe de. Her wiha nahêle Êzidî vegerin warê xwe û di nav pencên terorê de bimîn ji bo ku tiştên ku DAIŞ‘ê nedikarin pêkanîn  temam bikin. DAIŞ‘ê hewl da koka Êzidiyan rake lê biser neket. Mexmûr jî li dijî DAIŞ‘ê sekinî ya xwest ber bi Hewlêrê ve bi pêş de biçe.

Em Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bang li gelê xwe dikin ku ji planên Tirkiyê hişyar bin, li hemberî kiryarên wê yên faşîst ên ku gelê Kurd û çandê wê dike hedef bisekinin. Em bang yekitiya Kurdî û Kurdistanê ji bo zûtirin demê de dikin. Di heman demê de em bang li hêzên demokrastîk ên li tevahî cîhanî û hêzên navdewletî dikin ên ku qanûnên navnetewî îmze kirine dikin ku rêgez û qanûnên pêkanîna ewlehiya navnetewî biparêzin, ji ber faşîzma Tirk bi kiryarên xwe xeteriyeke li ser tevahî civakan û dewletên Rojhilata Navîn û cîhanê û aştiyê cîhanê tehdîd dike.

Yekitiya Kurdî û hevgirtina wê ya bi hêzên demokratêk têrê dike ku faşîzmê têk bibe."

ANHA