YBŞ: Em ê li hember hemû êrîşan bisekinin û berxwadaniya xwe mezin bikin

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ragihand ku dewleta Tirk a dagirker şevê din 6 baregehên wan kirin hedef, di encamê de 4 şervanên wan birîndar bûn.

YBŞ: Em ê li hember hemû êrîşan bisekinin û berxwadaniya xwe mezin bikin
15 hezîran, 2020   15:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) derbarê êrişa hawayî ya şevê din a dewleta Tirk a dagirker a li ser Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Fermandariyê got: "Em li dijî çeteyên DAIŞ‘ê çawa sekinîbin, em ê ji vir û şûnde jî li hember hemû êrîşan bisekinin û berxwadaniya xwe mezin bikin."

Di daxuxyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

"Duh şev navbera saetên 12.00 û 1.00’an de dewleta dagirker a Tirk êrîşek hawayî pêk anî. Di van êrîşan de 6 baregehên me hatin hedef girtin. Di van êrîşan de ti windahiyên me nîn e, tenê 4 hevalên me birîndar bûne. Em ji hevalên xwe yên birîndar re şîfa dixwazin.

Dewleta tirk ji sala 2017‘an meha nîsanê û duh şev ev du car in êrîşek berfireh li ser Şengalê pêk tîne. Ev êrîşên hewayî ne tenê êrîşek leşkerî heman demê armanc girtina vê êrîşê qirkirina çandî ye. Bi van êrîşan dixwazin Şengalê vala bikin û pêşiya gelê me yên ku vedigerin Şengalê bigrin. Di vê çarçoveyê de bi MÎT a Tirk û hevkarên wan dixwazin êrîşa ku 2014 li ser gelê me hatî zindî bikin û bigîhêjin armanca xwe ya qirkirinê. Li kêleka vê dewleta Tirk a qirker dixwaze demografiya heremê bigûhere û birdoziya Birayê Misliman (Ixwan Mislim) bi awayekî sîstematîk li heremê bide ava kirin. Ev sed sal in dewleta tirk dixwaze polîtîkaya qirkirinê li Şengalê pêk bîne û armanc dike ku vê heremê de tirkbûyînê pêş bixe. Encax ev jî rastiyeke ku YBŞ-YJŞ parastina Şengalê û Iraqê dike. Çawa ku fermana 2014’an de berxwedaniyek pêş ketibe, îro jî ji bo Şengala xweser û Iraqeke demokratîk em ê berxwe bidin. Ev berxwedan wê pêşiya xeyalên Osmanî ya dewleta faşîst a tirk bigre. Îro ji bo ku xeyalên Osmanî pêk bîne, dewleta Tirk serî de êrîşî Şengal, Rojava, Başûrê Kurdistan, Iraq, Sûriye û Lîbyayê dike. Encax di serî de bi berxwedaniya dîrokî ya gelê me û gelê rojhilata navîn re rû bi rû dimîne.

Em wek YBŞ dibêjin ku dewleta faşîst a Tirk wê ti carî nikaribe xeyalên xwe yên emperyalîst û metînger pêk bîne. Ji ber ku YBŞ hêza fedaî ya gelê Êzidî ye. YBŞ di demên şerê herî giran de xwe ava kiriye û bi hêza xwe ya cewherî bûye hêzekî. Em ne hêzekî ku li ser masayan de ji aliyên hinek kesan hatine ava kirin, me xwe di nav şer de sekna xwe ya berxwedêr daye îspat kirin. Ji ber vê yekê her şervanekî YBŞ-YJŞ xwediyê birdozî û şervanekî profesyonel e. heya niha gelek êrîş li ser gelê me û hêzên me çêbûn. Bi van êrîşan xwestin hêza me tûne bikin. Rûxmê vê yekê em her roj mezin bûn û em bûn hêzekî profesyonel.

Ji ber vê bila kes nefikire ku YBŞ bi van êrîşên îmha wê were şikandin. Em li dijî çeteyên DAIŞ‘ê çawa sekinîbin, em ê ji vir û şûnde jî li hember hemû êrîşan bisekinin û berxwadaniya xwe mezin bikin. Şengal xaka Ezidiyan e û wê her tim wisa bimîne.

Em bang li gelê xwe dikin ji Şengalê heya Şêxan, ji Ewrûpa heya Rûsya bila her qadê bikin qada berxwedanê. Ji bo vê di serî em bang gelê xwe û hemû derdorên demokratîk û welatparêz dikin ku li hember van êrîşên faşîst berxwedaniyê xurt bikin."

ANHA