Êzidiyên Efrînê bêdengiya li hemberî êrişên dewleta Tirk şeremzar kir

Yekitiya Êzidiyan û Yekitiya Jinên Êzidî yên kantona Efrînê  diyar kirin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê û wargeha Penaberan a Mexmû hemû qanûnên navdewletî binpê bike. Her wiha bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberî sûcên Tirkiyê şermezar kirin.

Êzidiyên Efrînê bêdengiya li hemberî êrişên dewleta Tirk şeremzar kir
15 hezîran, 2020   15:00
ŞEHBA

Têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser wargeha Penaberan a Mexmûrê, Şengal û herêmên Parastinê yên Medayayê, Yekitiya Êzidiyan  û Yekitiya Jinên Êzidî yên kantona Efrînê, daxuyaniyek hevpar li kampa Berxwedan a Şehbayê dan. Endamê Yekitiya Êzidiyan Esed Marko daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Careke din dewleta Tirk a dagirker êzidiyên Şengalê û kurdên li Mexmûrê ya ku bi hezaran penaber lê dimînin kir hedef. Bi hedefkirina nexweşxane û kamp bi ber çavê cîhanê hemû qanûnên navnetewî binpê dike. Wekî tê zanîn sultanên Osmanî heftê û du ferman li dijî êzidiyan pêk anîne da ku hebûna wan têne bikin lê bi ser neketin. Niha jî sultanê nû Erdogan dixwaza wesyeta kalikên xwe bi cih bîne û dijminahiya xwe ya li ser Êzidiyan didomîne. Di sala 2014‘an çeteyên DAIŞ‘ê bi ser wan ve şand, lê dîsa negihişt armancê xwe.

Piştî ku DAIŞ‘ê ji aliyê kurdên Êzidî, YPG, YBŞ û Hêzên Gerîlayê ve hatin têkbirin  û ewlehî û aramî li Şengalê vegerand, piştî ku di demên dawî de koçber vegeriyan warê xwe yê ewle sultanê Osmanî bi awayekî hovane herêmên tijî sivîla bombebaran kir.

Em Yekitiya Êzidiyan û Yekitiya Jinên Êzidî ya Efrînê bi tundî bêdengiya civaka navdewletî, rêxistina mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî yên li hemberî êrişên Tirkiyê şermezar dikin û hikumeta iraqê û ya herêma Kurdistanê rexne dikin ku li hemberî komkuiyên li ser şêniyên me yên Şengal û Başûrê Kurdistanê bêdeng e."

Piştî xwendina daxuyaniyê diruşmeyên silavkirina berxwedana Şengalê û şermezarkirina êrişên Tirkiyê yên li ser Şengal û kampa Mexmûrê hatin berzkirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Gsp-1R9sn20" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>