Şêniyên Serêkaniyê û Girê Spî êrişên li ser Mexmûr û Şengalê şermezar kirin

Bi sedan şêniyên Serêkaniyê û Girê Spî yên di kampan de nerazîbûn nîşanî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Şengal û Mexmûrê dan.

Şêniyên Serêkaniyê û Girê Spî êrişên li ser Mexmûr û Şengalê şermezar kirin
15 hezîran, 2020   14:40
HESEKÊ

Li dijî êrişên dewleta  Tirk a dagirker ên li ser Şengal, Mexmûr û herêmên Parastinê yên Medyayê Rêveberiya Kampa Waşûkanî bi hevkariya Kongerya Star û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya kantona Hesekê meşek li kampê li dar xistin.

Meş ji pêşiya Meclisa Rêveberiya Kampa Waşûkanî ber bi deriyê sereke yê têketina kampê ve dest pê kir. Di meşê de wêneyên şehîd Qasim Engîn, Rêber  Abdullah Ocalan û pankarên "Tolhildan sonda me ye" hatin hildan û diruşmeyên silavkirina berxwedana Îmraliyê, piştgiriya Mexmûr û Şengalê û şermezarkirina dewleta Tirk hatin berzkirin.

Xwepêşanderan li deriyê têketina kampê deqeyeke rêz girtin. Piştre endama Rêveber a Kongreya Star a kantona Hesekê Sebah El-Bekir û bi navê Tevgera Ciwanên Şoşreger Salar Hesekê axivîn.

Di axaftinan de êrişên deweleta Tirk hatin şmerzarkirin û hate goitn ku ev êriş îradeya gelê berxwedan û azadîxwaz lawaz nake.

Her wiha hate gotin ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê li hemberî êrişên Tirkiyê ya dagirker bêdeng nemînin û dê çalakiyê xwe dewam bikin.

Bi heman armancê Meclisa Kantona Girê Spî  li kampa koçberên Girê Spî daxuxyaniyeke parve kir.

Di dema xwendina daxuyaniyê de endamên komîteyên meclisên navçeya Eyn Îsa û kantona Girê Spî amade bûn.

Endamê Komîteya Perwerdeyê ya kantona Girê Spî Mihemed Mehmûd daxuyanî xwend.

Mehmûd anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bêyî cûdabûn hemû gelên ku bi azadî û aştî dijîn dike hedef û hincetan diafirîne da ku sûcên xwe pêk bîne. Mehemûd destnîşan kir herêmên Sûriyê mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi bihaneyên derew hatin dagigkirin.

Mihemed Mehmûd bal kişand ku êrişên duh ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengal, Mexmûr û herêmên Parastinê yên Medayayê di heman dîroka salvegera qikirina Sêfo ya li dijî asuriyan a sala 1915‘an û got: "Yên têne hedefkirin gelên ku xak û çanda xwe ya kevnar diparsin yên ku tu carî êrişên dewletên derdorê nekirine."

Mehmûd bi navê şêniyên kantona Girê Spî piştgiriya xwe bi gelê Mexmûr û Şengalê re anî ziman û diyar kir ku li dijî zêdegaviyên dewleta Tirk a dagirker ew ê bêdeng nemînin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/4-femju9chQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/yhk7j-XxXPM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>