SOHR: Hikumetê bi desteka hêzên Rûsyayê gelek karmendên Syriatelê û Bistanê girtin

SOHR’ê diyar kir ku Hêzên Ewlekariya Hikumeta Sûriyê û polîsên Rûsyayê li herêmên cuda yên Sûriyê gelek gerînende û karmendên şîrketa Syriatel û komeleya Bistan ên Ramî Mexlûf girtine.

SOHR: Hikumetê bi desteka hêzên Rûsyayê gelek karmendên Syriatelê û Bistanê girtin
4 gulan, 2020   09:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) parve kir ku hemleya hikumeta Sûriyê ya li dijî gerînendetî û karmendên şîrketa Syriatel ên Ramî Mexlûf ji Şamê dest pê kir û heta Laziqiyê, Himis, Heleb û Tertûsê dewam kir. Hêzên hikumetê bi hevkariya hêzên Rûsyayê di saetên derbasbûyî de 7 gerînendetî û çend karmend girtin, ji wan 4 ji Himisê û 3 ji Tertûsê ne.

Di heman demê de îstixbarata hikumetê û polîsên Rûsyayê dest bi hemleya girtina gerînende û karmendên Komeleya Bistan a Ramî Mexlûf kir. Gotegotên girtina Ramî Mexlûf û birayê wî nehat piştrastkirin.

Çavkaniyên SOHR’ê piştrast kir ku saziyên ewlehiyê li ser esasê perspektîfên Rûsyayê zêdetirî 28 gerînende û karmendên şîrketa Syriatelê girtine, li gel vê yekê hêzên Rûsyayê jî beşdarî hemleyê û girtina gerînende û karmendên teknîkê bûne.

(eh)