Dewriyeya Rûsya-Tirkiyê li herêma Aliyan dest pê kir

Dewriyeya hevbeş a polîsên leşkerî yên Rûsyayê û hêzên dewleta Tirk a dagirker ji gundê Dêrûna Axê yê navçeya Girkê Legê dest pê kir.

Dewriyeya Rûsya-Tirkiyê li herêma Aliyan dest pê kir
4 gulan, 2020   09:06
QAMIŞLO

Dewriyeya hevbeş a polîsên leşkerî yên Rûsyayê û hêzên dewleta Tirk a dagirker ji gundê Dêrûna Axê yê navçeya Girkê Legê dest pê kir û li gundewarên herêma Aliyan a navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo digere.

Dewriyeya hevbeş ji 9 erebeyên Rûsyayê û 4 erebeyên dewleta Tirk a dagirker pêk tê.

Beriya demekê dewriyeyeke hevbeş a polîsên leşkerî yên Rûsyayê û hêzên dewleta Tirk a dagirker li gundewarên herêma Aliyan dest pê kiribû û ji aliyê gel ve rastî bertekên tund hatibû.

(bx)

ANHA