Hêzên hikumeta Sûriyê êrişên xwe li Idlibê zêde kirin

Li Idliba Sûriyê "agirbest" di roja xwe ya 60`emîn de ye. Îro hêzên hikumetê bi topan êrişî herêmên gundewarên Idlibê kir û dewleta Tirk jî sewqiyatên xwe dişîne herêmê.  

Hêzên hikumeta Sûriyê êrişên xwe li Idlibê zêde kirin
4 gulan, 2020   09:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku hêzên rejîmê hîn jî bi moşekan êrişî herêmên gundewarên başûrê Idlibê dikin û bi topan Kensefra, Fetîra, Bara, Sifohin û Filêfilê hedef digirin.

SOHR`ê duh piştrast kiribû ku karwanekî dewleta Tirk bi rêya dergeha Keferlosîn a bakurê Idlibê derbasî “herêma Pûtîn-Erdogan” bûye. Karwan ji 30 wesayitan pêk dihat û cebilxane bar kiribû.

Hejmara erebeyên leşkerî yên dewleta Tirk ên derbasî xaka Sûriyê bûne, gihaşt 2 hezar û 980’an û ji dema ragihandina agirbestê ve bi hezaran leşker derbasî xaka Sûriyê bûne.

Li Idlibê di nava çend rojên derbasbûyî de êriş zêde bûne.

(eh)