Rojeva rojnameyên erebî- 4 Gulan

Rojnameyên erebî vê sibê behsa rewşa Sûriye, Lîbya û Iraqê kir.

Rojeva rojnameyên erebî- 4 Gulan
4 gulan, 2020   08:49
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-EYN: IDLIB Û ARÎŞEYA ERDOGAN A MEZIN

Rojnameya El-Eyn wiha wiha nivîsî: “Vebijêrkên Erdogan li Idlib û derdora wê di astên siyasî û leşkerî de pir kom bûne, êdî ew pêşberî du vebijêrkan e; yan dê rêzexapandinên xwe dewam bike û di çirava Sûriyê de kûr bibe û bê pêşberî artêşa Sûriyê, wekî çawa beriya du mehan êrişek li dijî leşkerên wê çêbû li xalên çavdêriyê û derbeyeke mezin xwar.

Vebijêrka duyemîn ew e ku li gorî xalên hevpeymana ku meha adara derbasbûyî bi hempîşeyê xwe Rûsyayê re îmze kiribû, tev bigere. Ku xalek ji yên hevpeymanê dibêje pêwîst e aliyê Tirk komên terorîst ên ku piştgiriya wan dike, tune bike, her wiha derfet bide ku her du rêyên sereke yên di navbera Heleb-Şam û Heleb-Laziqiyê de bêne vekirin.

Li ser erdê rewş bi aliyekî din ve diçe ku ne li gorî hesabên Erdogan e. Komên terorîst ên alîgirên wî bûn, bi artêşa Tirk re ketin pevçûnê, çaxê ku artêşê hewl da ku xalên lihevhatina Moskovê pêk bîne da ku dewriyeyên hevbeş li ser her du rêyan pêk bînin.

Pirsa ku berz dibe ev e; Enqere dê kengî êrişî komên terorîst bike, ew komên ku bi salan piştgiriya wan kir û niha ji hesabên Erdogan derketin û bûne barekî stratejîk li ser pişta wî? Gelo Erdogan bi tena serê xwe dikare striyên ku wî çandine, rake?

Ev şerê ku ji dûr ve nîşanên wî xuya dikin, di navbera komên terorîst û piştgirê wan de, encamên wî şerî çi bin, dê her bibe rûpeleke nû ya têkçûn û windahiyên Erdogan, dê bandoreke wê ya mezin li hundirê Tirkiyê jî hebe, her wiha dê bandore li helwestên wê yên derve jî bike.”

EL-BEYAN: ŞERÊ LÎBYAYÊ… VEBIJÊRKA TÊKÇÛYÎ YA ÎXWANÊN BAKURÊ AFRÎKAYÊ

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: “Hêzên siyasî yên herêmê bi rêveberiya Tirkiyê, pala xwe daye şerê Lîbyayê, êdî hemû kiryarên nerewa li pêşiya Îxwanan û komên din ên girêdayî wan, vekirî ye, li dijî zagonên navdewletî û biryarên Neteweyên Yekbûyî tev digerin, her wiha li dijî nirxên exlaqî û siyasî jî.

Çavdêr dibêjin ku encamên rasterast ên êrişa Tirkiyê li dijî Lîbyayê, ambargoya giran li ser gund û bajarên rojava û navenda welêt, bombebarana milîsan û komên terorîst, êş û azarên welatiyan, ev tişt hemû ne wekî tu çapemenî dibêje, lê pir girantir in.

Her wiha diyar kirin ku tişta der barê çareya siyasî ya aloziya 9 salan de tê kirin, yan tişta der barê rola şandeya NY`ê de tê gotin, hemû tenê gotinên bê vedeng in, bandora wan jî li navenda desthilatdariya Îxwanên Terablusê nake. Dewletên cîranên Lîbyayê ditirsin ku ev rewş bibe sedeme tevliheviyeke mezin. Serokê Cezaîrê Ebdilmecîd Tebûn hişyarî da ku rewşa Lîbyayê dê xerabtir bibe, her wiha got rewş li ber teqînê ye; “Eger agirê Lîbyayê gur bû, dê hişk û ter bi hev re bişewitîne, ne tenê dewletên cîran dê biêşin, her wiha dewletên Ewropayê yên nêzî Lîbyayê jî.”

Xuya ye şerê Lîbyayê ji bo hêzên îslama siyasî û komên terorîst ên herêmê bûye şerê qederê, şepêla Îxwanan, bi taybet a bakurê Afrîkayê pala xwe didin, piştgiriya destwerdana Tirkiyê da ku projeya Îxwanan ferz bikin, li vî welatî dewlemend û xwedî cihê stratejîk. Ragihandina Îxwanan jî li dijî artêşa Lîbyayê ajîteyê dike, derwan saz dike û dibêje ku komên terorîst û milîsên derzagon ji bo avakirina dewleteke sivîl a demokratîk şer dikin.”

ŞERQ EL-EWSAT: DAIŞ JI NÛ VE LI MÛSILÊ FÎDYEYAN FERZ DIKE

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Çavkaniyên ji bajarê Mûsilê, navenda parêzgeha Nînewayê ya bakurê Iraqê, aşkera kir ku hin bazirganan di vê dawiyê de gilî kir ku dîsa DAIŞ fîdyeyan li wan ferz dike. Bi wê re jî kiryarên şantaj û ferzkirina fîdyeyan ku rêxistinê li ser bazirgan û dewlemendên bajêr beriya ku rêxistina terorîst di Hezîrana 2014’an de dagir bike, tên bîra mirov. Çavkanî nexwest navê xwe aşkera bike û ji Şerq El-Ewsat re destnîşan kir ku kiryarên şantaj û fîdyeyan niha bi nepenî li gelek taxan bi kar tên, lê belê hin bazirgan ji ber metirsiya rasthatina tolhildanê bersiva wê yekê didin anku fîdyeyan didin."

(kn-fr)