Tirkiyê çekên pêşketî şandin Lîbyayê

Çavkaniyên leşkerî ji Lîbyayê diyar kir ku Tirkiyê çekên nû û pêşketî, di nav de sîstema parastina hewayî, dan hikûmeta Wîfaq a Lîbyayê. 

Tirkiyê çekên pêşketî şandin Lîbyayê
4 gulan, 2020   07:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsê leşkerî di fermandariya giştî ya artêşa Lîbyayê de ji toreya El-Erebiya re wiha got: "Enqereyê di demên dawîn de çekên nû û pêşketî dan hêzên hikûmeta Wîfaq û bi rêya keştiyên şer ên Tirkiyê gihaştin benderên Mesrata û Terablusê."

Berpirs wiha pê de çû: "Ew çek di hundirê eniyên şer ên Terablusê û heta herêmên mirov li wan dijîn hatin dîtin. Sîstema parastina hewayî ya pêşketî û moşekên ku nû hatine çêkirin, topên hewanê ji cureya giran û li Tirkiyê hatine çêkirin, her wiha komek ji balafirên keşfê yên ji cureya ‘Anka’ hatin dayîn. Ev yek piştî balafirên ‘Bayraktar’ di bidestxistina destkefiyên meydanî de bi bin ketin, pêk hat."

Berpirsê Lîbyayî tekez kir ku Tirkiyê destekdayîna milîsên çekdar bi hemû şêwazên madî, siyasî, leşkerî û leşkerên biyanî didomîne. Tevî xwestekên navneteweyî ji bo agirbesteke mirovî di meha Remezanê de. Agirbest ji aliyê artêşa Lîbyayê ve hatiye erêkirin.

Hikûmeta Wîfaqê red kir ku tev li agirbesta mirovî ya ji aliyê artêşa Lîbyayê ve hatiyee pêşkêşkirin, bibe.

(bx)