Li Dêrikê rûberên çandina sebzeyan zêde bûne

Ji ber buhabûna sebzeyan gelek cotkarên herêma Dêrikê rûbera çandina sebzeyan zêde kirin.

Li Dêrikê rûberên çandina sebzeyan zêde bûne
Li Dêrikê rûberên çandina sebzeyan zêde bûne
Li Dêrikê rûberên çandina sebzeyan zêde bûne
Li Dêrikê rûberên çandina sebzeyan zêde bûne
Li Dêrikê rûberên çandina sebzeyan zêde bûne
Li Dêrikê rûberên çandina sebzeyan zêde bûne
Li Dêrikê rûberên çandina sebzeyan zêde bûne
4 gulan, 2020   06:09
QAMIŞLO

Cotkaran li herêma Dêrikê û navçeyên wê mîna her sal di meha Sibatê de dest bi çandina tevahiya cureyên sebzeyên havînê kirin. Çi di nav baxçeyan de yan jî hewşên malên xwe de.

Çandina sebzeyan li herêma Dêrikê û navçeyên wê pêş ket. Ji aliyekî din ve Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê piştgiriya projeyên çandiniyê dike û ji cotkaran re semad, derman û mazotê pêşkêş dike.

Cotkar di navîna meha Sibatê de dest bi çandina sebzeyan di nav şitilgehan de dikin. Piştre şitilan di destpêka Nîsanê de di nava baxçeyan de  diçînin.

Piştî belavbûna Koronavîrusê li cîhanê û ferzkirina qedexeya derketina derve li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bihayê zebzeyan bilind bû. Bi armanca kêmkirina asta buhabûnê û peydakirina pêdiviyên şêniyan ji sebzeyan, cotkarên herêmê îsal rûbera çandina sebzeyan zêde kirin.

Cotkarê bi navê Xalid Egîd ji şêniyên bajarê Dêrikê du hiktar û nîv ji bo çandina sebzeyên havînê yên mîna qitî, îsot, bacanasor, bacanareş, xiyar, ananas, kundir û zebeşan re veqetand.

Egîd bang li tevahiya cotkarên li herêma Cizîrê kir ku rûberên çandina sebzeyan zêde bikin, ji bo ku pêdiviyên şêniyên herêmê ji sebzeyan peyda bikin. Her wiha girîngî bidin hilberîna herêmî li şûna anîna sebzeyan ji derve.

Li gundên gundewarê navçeya Girkê Legê şêniyan tevahiya cureyên sebzeyên havînê di hewş û rûberên li dora malên xwe de diçînin.

Di dema qedexeya derketina derve de malên gundên Aliya bi tevahiya cureyên sebzeyan hatine çandin.

Emîne Fetah ji şêniyên gundê Til Cemal, got: “Her sal em di mehên Nîsan û Gulanê de zebzeyan di baxçeyê mala xwe de diçînin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/RQL_4M07oqc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>