Bangên avakirina yekîtiya netewî

Şênî, rewşenbîr, siyasetmedar û hûnermendên Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga yekîtiya netewî ya Kurdî dikin û dibêjin: ‘‘Pêkanîna yekîtiya netewî dê mafên gelê Kurd mîsoger bike û bersiva hemû planên dijmin ên li dijî Kurdan bide.”

Bangên avakirina yekîtiya netewî
2 gulan, 2020   07:06
QAMIŞLO – EHMED SEMÎR – YARA MIHEMED

Hîna Kurdên Rojavayê Kuridstanê li benda serxistina însyatîfa avakirian yekîtiya neteweyî ne. Ku beriya niha jî fermandarê QSD‘ê Mazlûm Ebdî piştî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmê, banga yekîtiyê kiribû.

Pêkanîna nêrîneke Kurdî hevpar dê bi xwe re pêşketinên ber bi çav di warên siyasî, civakî û çandî di nava Kurdan de pêk bîne. Her wiha dê gelek helwestan bide guhertin û hêza gelê Kurd xurtir bike.

Rêber Abdullah Ocalan di 27‘ê Nîsanê bi telefonê bi malbata xwe re axivî got: "40 sal in diviyabû yekîtiya Kurdan hebûye. Mirovên li wê derê (Zînî Wertê) dijîn Kurd in. Ger xwîn birije, wê kes nikara ji bin vê yekê derbikeve. Ev peyama min hem ji bo Qendîlê û hem jî ji bo hikumeta başûrê Kurdistanê ye. Dîsa ev peyama min ji bo malbata Barzanî, malbata Talabanî, kesayet û hemû kesên li Başûr in. Pêdiviya Kurdan bi şer û rijandina xwînê tuneye. Pêdiviya Kurdan bi yekîtiyê heye. Pêdiviya Kurdan a ev der ji min re ye, ew der ji te re ye tuneye. Pêdiviya Kurdan bi aştî û yekîtiyê heye."

‘HEGER NÊZÎKBÛNEK DI NAVBERA HÊZÊN KURDÎ DE ÇÊNEBE, EM Ê BI XETERIYÊN QIRKIRINÊ RE RÛ BI RÛ BIMÎNIN‘

Şêniyê bi navê Nasir Ehmed Hisnî yê ji taxa Kornîş a bajarê Qamişlo, got: "Em dixwazin yekîtiya Kurdî bê avakirin. Divê hemû ji bo vê armancê kar bikin da ku bighêjin encamên. Ev ji temenmezin û ciwanan jî tê xwestin cidî. Eger yekîtî di navbera hêzên Kurdî de çênebe dê Kurd bi xeteriya qirkirinê re rû bi rû bimînin. Eger em bibin yek em ê karibin li hemberî dijminên xwe bi ser bikevin. Di vê pêvajoya çarenûsî de her çendî nakokiyên di navbera me de mezin bin jî tê xwestin ku em yek bin û hevgirtî bin."

‘EGER YEKÎTÎ PÊK WERE, DÊ BANDORA SIYASÎ YA KURAN LI SÛRIYÊ Û CÎHANÊ HEBE‘

Seroka Şepêla Pêşeroja Kurdistanê Narîn Metînî got: “Ji destpêka 2011‘an ve em banga yekrêziya Kurdî dikin. Da ku nûnertiya gelê Kurd hebe û mafên wan mîsoger bibe. Em bang li hemû partiyên Kurdî û Kurdistanî dikin ku nêzîbûneke Kurdî çêbikin, parlemaneka ku hemû alî tê de hebin bê avakirin. Ji bo bibin dengê Kurd di çarçoveya Sûriyeke azad, demokratîk û federal de.”

Narîn Metînî destnîşan kir ku eger Kurd bibin yek wê bandora wan a siyasî li Sûriyê û tevahî cîhanê hebe, wê demê wê mafên Kurdan li hemû parçeyên Kurdistanê were parastin.

Nivîskarê Kurd Xalis Misewir anî ziman ku ji her deme  bêtir pêwîstiya gelê Kurd bi yekîtiyê heye û got: "Dijmin kom dibin û li dijî me planan dikin. Divê em kom bibin, yekîtiya xwe ava bikin û bi hev re bibin alîkar. Bi yekîtiya netewî re wê çanda Kurdî bi pêş bikeve. Çand û rewşenbîrên Kurdistanê ji hev dûr in, heger yekitî çêbibe em ê pisportî û çandan pev guhêzin."

Derbarê rewşa li Zînî Wertê ya başûrê Kurdistanê, Misewir got: "Mixabin tişta ku niha li Zînê Wertê rû dide cihê şermezariyê ye. Divê Kurd nehêlin şerekî navxweyî çêbibe."

Xalis Misewer li ser mijara Zînê Wertê wiha pirsî: "Gelo Tirkiye li wir çi dike, çima dixwaze pirsgirêkan derxîne? Destê Tirkiyê di vê mijarê de heye, nikare hebûna şervanên Tevgera Rizgariya Kurdistanê li çiyayên Kurdistanê tune bike, lê dewleta Tirk  a dagirker dixwaze bi destê Kurdan hebûna Kurdî tune bike."

Misewer bang li hêzên Kurdî yên li başûrê Kurdistanê kir ku ji planên Tirkiyê hişyar bin û birayên xwe yên Kurd nekujin û got: "Heger hûn birayên xwe bikujin hûnê jî werin kuştin û bibin pariya devê dijmin. Ji bo vê dibêjim li ser maseyekê kom bibin, bi rêbazên siyasî û aştiyane pirsgirêkên xwe çareser bikin."

Nivîskarê Kurd Xalis Misewer destnîşan kir ku aliyê Kurdî yên leşkerên xwe bîne beramberî eniyên birayê xwe yê Kurd ew gunehkar e û ev tişt anî ziman: "Heger şervanekî Kurd çi pêşmerge be yan jî gerîla be şehîd bikeve, wê gelê Kurd hesab ji aliyê ku şer daye destpêkirin bixwaze."

Endama Koordînasyona Kongreya Star Dalya Henan jî got: “Daxwaza me ya sereke yekrêziya Kurdî ye û armanca me ya sereke nêzîkbûnek di navbera aliyên siyasî yên Kurdî de ye. Da ku nakokiyan bi dawî bibin û ji bo mîsogerkirina nasnameya Kurdî kar bikin.”

Dalya Henan diyar kir ku rola jin di serxistina yekîtiya netewî de sereke ye û got: "Divê nakokî li aliyekî bin. Îro dijminên me hewl didin nasnameya me tune bikin. Ji bo em karibin li hemberî planên dagirkeran bisekinin, divê yekîtiya xwe ava bikin û pêşeroja xwe mîsoger bikin."

Endama Koordînasyona Kongreya Star Dalya Henan di dawiya axatina xwe de bang li hemû jinên Kurdistanî kir ku bi erkên xwe rabin û lez bidin avakirina yekrêziya Kurdî û destekê bibin însyatîfên ku bi vê armancê hatine ragihandin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/pLsxMUn83VY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>