Rojeva rojnameyên erebî – 2 Gulan

Rojnameyên erebê vê sibehê behsa kuştina ciwanekî sûrî bi destê polîsên Tirkiyê, xwepêşandanên Lubanê û rewşa Filistînê kir.

Rojeva rojnameyên erebî – 2 Gulan
2 gulan, 2020   07:42
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-EYN: DERSÊN JI KUŞTINA CIWANEKÎ SÛRÎ LI TIRKIYÊ

Têkildarî mijarê rojnamegerê Kurd Ciwan Soz gotarek nivîsî û di rojnameya El-Eyn de belav kir û wiha tê de got: "Ciwanekî sûrî beriya çend rojan li bajarê Edenê ya bakurê Tirkiyê hat kuştin. Endamê polîsan piştî binpêkirina ciwanê sûrî biryara qedexeya derketina derve der bar Koronavîrusê de bi nêzî 3 metreyan gule avêtê û kuşt. Di biryara qedexeyê de divê kesên kêmî 20 sal û zêdetirî 65 salan dernekevin kolanan.

Hikumet dibêje ku penaberê sûrî yê ku hatiye kuştin bi navê Elî El-Esanî ye. Polîsan hewl da wî hişyar bike da ku bisekine lê ji pêş wan reviya, ji lewre endamekî polîsan gule avêt lingê wî.

Ev gotin dibe ku pêbawer bûya heke vîdoeya avêtina gule û ketina El-Esanî tune bûye. Di vîdoeyê de aşkera dibe ku gule li sîng ketiye ne li ling ketiye.

Li aliyekî din jî aliyên Sûriyê"oposîzyon" sûca polîsên Tirkiyê parast ku ciwanê Sûriyê biryara qedexeya derketina derve bin pê kiriye. Bûyera kuştinê li ser tevnên civakî li Tirkiyê belav bû ku lêpirsîna polîsê kujer xwestin.

EL-BEYAN: LUBNAN..KOLAN 4 NAMEYAN DI CEJNA KARKERAN DE DİŞÎNE

Têkildarî Lubnanê rojnemeyê wiha nivîsî: "Lubnaniyan cejna karkeran di rewşên nebaş ku bi malbatên xwe re ji ber gendeliya ku bûye çend sal in li saziyên dewletê heye de pîroz kir.

ŞERQ-EL-EWSET: TRUM BANG LI ITÎRAFKIRINA BI DEWLETA FILISTÎNÊ DIKE

Der barê Filistînê de rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Çavkaniyên ji Til Evîvê eşkere kir ku Îsraîl di dema niha de li hember fişaran e, ew jî ji ber projeya tevlêkirina Xor Urdin û bakurê Deryaya Meyit û Difa El-Xerbiyê û gotin ku fişar ji Waşhingtonê de hatin. Her wiha Trump xwest ku divê destpêkê bi mafên filistiniyan a avakirina dewletî beriya biryara tevlêkirin bê itîrafkirin.

(fr)