​​​​​​​Di têkoşîna li dijî Koronavîrusê de jinên pêşeng

Jinên kedkar ên di saziyên tenduristî û xizmetguzarî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dixebitin, li hemberî krîza pandemiya Koronavîrusê (Covid-19) di rêza pêşîn a têkoşînê de ne.

​​​​​​​Di têkoşîna li dijî Koronavîrusê de jinên pêşeng
​​​​​​​Di têkoşîna li dijî Koronavîrusê de jinên pêşeng
​​​​​​​Di têkoşîna li dijî Koronavîrusê de jinên pêşeng
​​​​​​​Di têkoşîna li dijî Koronavîrusê de jinên pêşeng
​​​​​​​Di têkoşîna li dijî Koronavîrusê de jinên pêşeng
​​​​​​​Di têkoşîna li dijî Koronavîrusê de jinên pêşeng
​​​​​​​Di têkoşîna li dijî Koronavîrusê de jinên pêşeng
​​​​​​​Di têkoşîna li dijî Koronavîrusê de jinên pêşeng
​​​​​​​Di têkoşîna li dijî Koronavîrusê de jinên pêşeng
​​​​​​​Di têkoşîna li dijî Koronavîrusê de jinên pêşeng
2 gulan, 2020   06:27
HESEKÊ – HENAR ÎBRAHÎM –COZA ÎBRAHÎM

Ji ber pandemiya Koronavurîsê, li cîhanê bi sed hezaran kesî jiyana xwe ji dest dane. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê "Karantînayê" weke amûra xweparastina ji vîrûsê digre dest.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo rê li ber vîrusê bê girtin û belav nebe rêze tedbîr hatin girtin, qedexeya çûn û hatinê bi awayekî beşî li tevahî herêmê hate ferzkirin.

Hewldanên rêgirtina li ber vîrusê bi keda (Bijîşk, tîmên Heyva Sor a Kurdî, karkerên paqijiyê, Şaneya Alzoiyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn" bi rê ve diçe, ku ji roja yekem a ferzkirina qedexeya çûn û hatinê heta roja îro di nava liv û tevgerê de ne.

Jinên kedkar jî, di rêza pêşîn a têkoşîna li dijî vîrûsê de ne. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di karên xizmetguzarî, tibî, parastin û hişyarkirî de bi rola xwe radibin û ji bo tedbîrên pêwîst kedên bê hempa didin.

Jin bi awayekî dayîm ji bo pêşxistina civakî rolek aktîv di hemû qadan de dilîzin. Ev rol îro bi keda wê ya mezin di mercên tenduristiyê yên zehmet de diyar dibe.

XEBATÊN JIN

Ji destpêka qedexeya derketina derve ve wekî cûreyekê ji agahdarkirin jinên herêmê û yên di kampan de ji vê nexweşiyê, endamê jin ên Heyva Sor a Kurd pêngavên hişyarkirinê û çawaniya xweparastinê ji vê şewbê dan destpêkirin.

Jinên di nava komîte û Desteya Tenduristiyê de dixebitin beşek ji şaneya aloziyê ne û cihê xwe  di pêngavên hişyarkirinê de dilîzin. Li aliyekî din navendên tenduristiyê amade dikin û belavokên mîna "Li mal bimînin em ji bo xwe dixebitin" li şêniyan belav dikin, her wiha xebatên dezenfektekirina tevalî sazî û dibistanan de didomînin.

 

Jinên di nava Hêzên Ewlekariya Hundirên de dixebitin jî xebatên xwe li ser bendên kontrolê zêde kirine. Mamosteyên jin jî bi pêkanîna perwerdeya bi "Online" berpirsyartiyên xwe zêdetir kirin.

Di heman demê de rojnameger û nûçegihanên jin bi pênus û kamereyên xwe rewşa herêmê ya li gel qedexeya derketinê û xebatên têne meşandin radighînin.

Endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Hesekê Sanaa Ereabî li ser mijarê got: "Em endamên Hêzên Asayîşê di dema qedexeya derketina derve tevî hemû zehmetiyan bi rêk û pêk bi cih tînin."

Senaa bang li şêniyan kir ku ji bo parastina xwe û malbata xwe li gorî biryarên hatine girtin tev bigerin.

Hevseroka Heyva Sor a kampa Waşûkanî Cîhan Amir diyar kir ku li tevahî herêmê rejeya jin ji sedî 60 ku bi awayekî baş rola xwe ji bo pêşîlêgirtina derketina vîrusê li herêmê pêk tînin.

Berpirsa beşê dermankirina lezgîn a nexweşxaneya Gel a bajarê Hesekê Rewda Hesen jî anî ziman ku ew wekî hemşîre saetên dirêj di nexweşxaneyê de kar dikin û ji derveyê saetên dewamê jî dixebitin. Rewda her wiha got: "Em nexweşên ji tevahî herêmên Hesekê û gundên wan pêşwazî dikin. Ji ber ku kilînk hatine girtin da ku kombûn çênebe."

Hevseroka Komîteya Tenduristiyê ya Kantona Hesekê Sîham Mele Elî jî ev tişt anî ziman: "Jin di Komîteya Tenduristiyê de bi roleke girîng û zehmet de radibe. Destpêkê komîteyek hate avakirin ku piraniya endamên wê jin. Em bi gelek tedbîran rabûn, jê pêgavên dezenfektekirin, avakirina tîmên awaret û navendên karantînayê."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/bYNqLIvT3n0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>