QSD‘ê li Hecînê şaneyek veşartî ya DAIŞ‘ê girt

Hêzên Sûriya Demokratîk li herêma Hecînê ya Dêrazorê şaneyek veşartî ya DAIŞ‘ê girt.

QSD‘ê li Hecînê şaneyek veşartî ya DAIŞ‘ê girt
1 gulan, 2020   20:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Koorînekirin û Çalakiyên Leşkerî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê twîtterê ev agahî parve kir: "QSD‘ê bi desteka asîmanî ya Hêzên Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ‘ê li herêma Hecînê ya Dêrazorê şaneyek DAIŞ‘ê ku ji 3 kesan pêk dihat girt û çekên wan desteser kirin."