​​​​​​​Ji ber êrişên Tirkiyê kesixandina daran dereng ma

Ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker a li ser gundên navçeya Şêrawayê, şênî neçar mane ku ne di wextê wê de daran bikesixînin.

​​​​​​​Ji ber êrişên Tirkiyê kesixandina daran dereng ma
​​​​​​​Ji ber êrişên Tirkiyê kesixandina daran dereng ma
​​​​​​​Ji ber êrişên Tirkiyê kesixandina daran dereng ma
​​​​​​​Ji ber êrişên Tirkiyê kesixandina daran dereng ma
2 gulan, 2020   05:20
ŞEHBA-SÎMAV XELÎL

Cotkar mehên Cotmeh û Mijdarê de zeytûnan berhev dikin û paşê daran dikesixînin. Salê du caran axa wê ji nebatên zêde paqij dikin da ku berhemên baş bide.

Li gund û naçveyên kantona Efrînê di navbera mehên Çileyê û Sibatê de dar têne kesixandin. Lê îsal ji ber êrişên artêşa Tirk ên li ser gundên navçeya Şêrewayê kesixandin 3 mehan dereng ma.

Cotkarê  bi navê Celal Zeyno axivî û got:"Kantona Efrînê bi darên xwe yên zeytûnan tê naskirin. Zeyta zeytûna (Zeyt) ji bo me madeyeke sereke ye. Lewma em darên xwe dikesixînin da ku ji şaxên ku berhem neda xilas bibin û di sala bê de sûdê jê werdigirin."

Têkildarî sedema derengxistina kesixandina daran de,  Celal Zeyno da zanîn ku ji ber êrişên artêşa Tirk ên li dijî gundên navçeya Şêrewa, kesixandina daran dereng ma û got: " Me îro derfet dît da ku daran bikesixînin, lê jiyana me di xeteriyê de ye".

Her wiha derbarê kar û xebata kesixandinê de welatiya bi navê Narîn Mihmed ev tişt anî ziman: "Em  şaxan ji daran radikin, paşê ji bo dadana êgir bi kar tînin û pelên zeytûnan jî ji bo pez radikin. Ev jî di demeke wiha de ku kantona Şehba û navçeya Şêrewa di dorpêçê de ne sûdê dide me.”

Artêşa Tirk hîn jî gundên kantona Şehbayê û navçeye Şêrewa ya kantona Efrînê topbaran dike û kar û xebata cotkaran asteng dike.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/DlLI3ZS-tVI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>