‘2013 Cebhet El- Nûsra bûn, 2015 bûn DAIŞ û niha hevkarên dewleta Tirk in’

Şêniyê bi navê Elî Mihemed Biro derbarê zilma ku komên çete, DAIŞ û dewleta Tirk li wan kiriye wiha vegot: “Bav û 2 birayên min qetilkirin. Em nikarin bi wan re bijîn. Em dixwazin careke din ewlehiya ku di dema Rêveberiya Xweser a Demokratîk de hebû, vegere.”

‘2013 Cebhet El- Nûsra bûn, 2015 bûn DAIŞ û niha hevkarên dewleta Tirk in’
2 gulan, 2020   04:10
NAVENDA NÛÇEYAN-ŞERVÎN MISTEFA

Êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Idlibê,  aloziya Sûriyê vedigerîne destpêkê û her sal êşên ku şêniyan di destpêka aloziyê de dijiyan, dubere dike.

Bajarê Serêkaniyê wek bajarên dîtir ên herêmên Bakur rastî êrişên bênavber ên çeteyên Cebhet El-Nusra, Ehrar El-Şam û piştre jî di 2013’an de rastî êrişên çeteyên DAIŞ’ê hat. Bajar di sala 2015’an de ji aliyê hêzên YPJ û YPG’ê ve hat rizgarkirin.

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker nekarî bi rêya çeteyên xwe Serêkaniyê dagir bike, bi xwe raste rast di 9’ê Cotmeha 2019’an de êrişî bajar kir û bajar dagir kir.

Şêniyên ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ji bajarê xwe derketin, hîna êş û azaranên ji destê çeteyan kişandine ji bîr nakin.

Şêniyê bi navê Elî Mihemed Biro ji gundê Um El-Xêr ê girêdayî herêma Serêkaniyê ye. Biro bi êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê re neçar ma koçber bibe. Niha tevî malbata xwe li kampa Waşûkanî ya bajarê Hesekê dijî.

Biro bi hêrs qala dema êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kir: “Bav û 2 birayên min kuştin. Ev cara duyemîn e ku ez ji gundê xwe koçber dibim. Di 2013’an de ji dest êrişên terorî yên çeteyên bi navê “Artêşa Azad” koçber bûm. Çeteyan malên şêniyan şewitandin, talankirin, şênî koçber kirin û komkujiyek pêk anîn. Di komkujiyê de 10 kesan jiyana xwe ji dest da. Bav û 2 birayên min jî di nav de bûn. Di wê komkujiyê de 4 gule li min jî ketin. Temenekî din ji min re hatibû nivîsandin. Raste tiştek li min nehat, lê ferdên malbata min hatin qetilkirin û ez bi bîranînên wan re dijîm."

 Biro wiha domand: "Me di dema desthilatdariya “Artêşa Azad” de azar dikişandin. Piştre ji nişka ve bû DAIŞ, koma çete ya ku jiyana me kir dojeh. Ev dojeh heta rizgarkirina herêmê di 2015’an de dom kir û jiyana nû ji me re hat nivîsandin."

Terajediya kuştin, komkujî, azar û koçberkirinê bi dawî nebû.

Biro da zanîn ku piştî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, beriya 7 mehan êriş kir careke din koçber bûn û wiha pê de çû: “Di destpêkê de hat texmînkirin ku dê tenê pevçûn bin û bi dawî bibe. Ji lew re em derketin derdora gund, me got em ê demek din vegerin malên xwe. Lê me nedizanî dê evqas dirêj bike.”

Biro têkiliya çeteyan û dewleta Tirk bi van gotinan vegot: “Çeteyên ku di 2013’an de êrişî me kirin û malbatên me kuştin, di nava DAIŞ’ê de bûn. Heman kesan di 2019’an de bi dewleta Tirk re êrişî me kirin û em neçarî koçberiyê kirin.”

Biro dibêje, jiyana wan li gel Rêveberiya Xweser a Demokratî aram û ewle bû, wan beriya dagirkeriya Tirkiyê bi aramî li ser xaka xwe dijiyan.

Niha hêviya tekane ya Biro û hemû şêniyan ew e ku vegerin malên xwe û ji nûve bi ewlehî û aramî bijîn.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/xZE4V988Au4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>