Karker li ser karê xwe cejna xwe pîroz dikin

Karkerên bajarê Qamişlo 1’ê Gulanê li tevahiya karkeran pîroz kir û got ji ber zehmetiya debarê heta bi roja cejna xwe jî dixebitin.

1 gulan, 2020   11:43
QAMIŞLO-EHMED SEMÎR-LÎLAV MIHMED

Îro 1’ê Gulanê anku Cejna Karkeran e. Ji ber vê yekê li seranserê cîhanê karker dikin betlane û ked û destkeftiyên di hemû qadan de bi dest xistine, pîroz dikin.

Rêveberiya Xweser bi boneya 1’ê Gulanê betlane ragihandiye lê karker li nava erdên li hemberî sînorê Bakurê Kurdistanê dixebitin, zeviyan cot dikin û sebzeyan berhev dikin.

Karkera bi navê Kewser Siltan ev roj li hemû karkeran pîroz kir û keda di oxira pêşxistina welat de dane, bi bîr anî. Kewser rojane 8 saetan di nava erd de dixebite û wiha axivî: "Em neçar in, yek ji ber rewşa debarê dijwar e û ya din jî ji ber ev hilberînên em li wan miqate ne, divê em yekser ber wan xweş bikin û da ku di dema xwe de bibişkivin."

Karkerê bi navê Besam Dihêman ku ew jî sebzeyên demsala havînê av dide, 1’ê Gulanê pîroz kir û got: "Tevî ku îro cejna karkeran e, lê ji ber zehmetiya debarê em neçar karê xwe berdewam bikin."

Di sala 1886`an de piştî ku karkerên li bajarê Chicago yê DYA’yê serî hilda, piştre ev roj wek Roja Karkeran hate îlankirin.

(eh)

ANHA