Yekitiya Kedkaran 1`ê Gulanê pîroz kir

Yekitiya Kedkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê 1`ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê pîroz kir.

Yekitiya Kedkaran 1`ê Gulanê pîroz kir
1 gulan, 2020   09:21
QAMIŞLO

Daxuyanî li pêşiya Kampaniya Giştî ya Rê Zagros ya li gundê Navkorê yê Qamişloyê bi amadebûna bi dehan karkerên endamên Yekitiya Kedkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat dayîn, daxuyanî ji aliyê hevseroka Yekitiya Kedkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de pankarta "Bijî 1`ê Gulanê" hatibû rakirin.

Daxuyanî wiha ye:

"Gelî karkerên cîhanê, bi yek bin. Bijî 1’ê Gulanê cejna karkeran.

Ey karkerên mêr û jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ey kur û keçên çîna karker,

Ji bo karkerên jin û mêr ên ku li kar digerin, ji bo karkeran, cotkaran, belengazan û karmendan li bajar û gundan. Yên ku bi destê xwe agir digirin û girêdayî ne bi berevaniya welatê xwe ve, serxwebûna xwe, serweriya xwe, yekbûna axa xwe û berxwedana li dijî dijmin û dagirkeriya Tirkiyê û hemû projeyên mêtingeriyê. Ji bo hemû welatparêzên me li Rojava û Bakurê Sûriyê yekitiya kedkaran ji we re silav û bangên têkoşerî dike bi boneya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran a Cîhanê li we pîroz be.

Alên 1’ê Gulanê, alên serkeftina keda li ser sermayeyê, alên mafê gelan di çarenûsa wan de tim bilind be.

Bila 1’ê Gulanê stasyoneke xebatê ji bo şopandina yekrêzî û berxwedana karkeran û gelê cîhanê li dijî hêzên sermayeya cîhanî ya hovane be û berdewama têkoşînê li dijî stemkarî û çewisandina mirov li mirovan û pêşketina civakî be, dadmendiya civakî, mafê çarenûsa gel û parastina mafê jiyanê li ser zemînê ji nifşan re ji bê edaletiya zordariya kapîtalîst û projeyên wê yên kolonyalîst re.

Di 1’ê Gulanê de çîna karkeran a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pejirandina xwe ya biratiya gelan û pejirandin nûnertiya netewa demokratîk tekez dike, bi dirûşmeya biratiya gelan berevaniya axa welat dike û şer dagirker û hêza Tirkiyê ku dixwazin xaka wan dagirbikin jî dike.

Bila 1’ê Gulanê stasyoneke tekoşînê be ku çîna karker li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di debara wê de kedkarên welat daxwaziyên xwe bi faktor e bi hêzbûnê xurt bikin di hemû cihên kar de.

Em 1’ê Gulanê bikin rojeke nûjen, bilindkirina ala karker û kedkarên li Şîkaxo yên ku kedkaran li dijî kapîtalîzmê kirin hêzeke yekîtiyê kedkaran ji b o avakirina bajar û gundan heyanî karibe çîna karker û kedkaran biparêz e û xwedî vedeng be di welat de."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/QUx58aQxfsw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>