Hejmara kesên ku bi Koronavîrusê ketine 3 milyon derbas kir

Vîrusa korona li seranserê cîhanê hîn jî belav dibe, hejmara kesên pê ketine gihaştiye 3 milyon kesan, her wiha hejmara kesên ji ber vîrusê mirine jî 233 hezar derbas kir.

Hejmara kesên ku bi Koronavîrusê ketine 3 milyon derbas kir
1 gulan, 2020   09:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li cîhanê hejmara kesên bi Koronavîrusê (Covid-19) ketine gihaşt  3 milyon û 308 hezar kesan, di heman demê hejmara kesên mirine jî gihaşt 233 hezarî û kesên baş bûne jî  milyonek û 42 hezar kes in.

Di dawiya meha Sibatê de li DYA`yê yekemîn rewşa wefatê hate ragihandin, li gel vê yekê hem di aliyê kesên bi vîrusê ketine û hem jî kesên mirine, di rêjeya herî bilind de ye.

Roja înê serokê Amerîkayê Donald Trump parve kir ku wî li nîşanên taqîgehên Wuhana Çînê ya belavbûna vîrusa koronayê nihêriye lê wî îsbata van daneyan diyar nekiriye.

Roja pêncşemê jî îstixbarata Amerîkayê ragihand ku vîrusa korona ji Çînê berbelav bûye lê ne mirovan çêkiriye û ne jî di encama guhartina genetîk de belavî cîhanê bûye. Her wiha hate destnîşankirin ku daxuyaniyên îstixbaratê îhtîmala belavbûna vîrusê ji taqîgehên Wuhanê înkar nakin lê tawanên ku li taqîgehê vîrus hatiye çêkirin, red dikin.

(eh)