Balafirên şer li ser Mexmûrê digerin

Ji destê nîvro heta niha tevgera balafirên şer a li ser asîmanên Mexmûrê bênavber didome.

Balafirên şer li ser Mexmûrê digerin
23 nîsan, 2020   12:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ANF‘ê, ji saetên nîvro heta vê kêliyê tevgerekî pir zêde ya balafirên şer li ser wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) heye. Nayê zanî ka ev balafir yên kîjan welatî ne.

Hêjayî gotinê ye balafirên şer ên Tirk roja 15'ê Nîsanê bombe li wargehê barandibûn û 3 jin şehîd xistibûn. Her wiha rojên dawî liv û tevgera DAiŞ'ê jî zêde bûye.