Du amûrên din ên PCR gihaştin Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Du amûrên din ên PCR yên testa Koronavîrusê ku  ji serokê hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê  Nêcîrvan Barzanî şandibû, gihaştin Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Du amûrên din ên PCR gihaştin Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Du amûrên din ên PCR gihaştin Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Du amûrên din ên PCR gihaştin Bakur û Rojhilatê Sûriyê
23 nîsan, 2020   12:59
QAMIŞLO

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûryê du amûrên PCR yên ji bo testa Koronavîrusê (Covid-19) ji Başûrê Kurdistanê werger kirin.

Amûr ji aliyê bijîşkê pisor ê bikaranîna vê amûrê Casim Mihemed ve li deriyê Sêmlkayê radestî Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mustefa, endama rêveber a Komîteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê Rojîn Ehmed û Mûdîrê  Buroya Ragihandina QSD’ Mustefa Balî amûr wergertin.

Wergirtina amûran di kongreyek çapemeniyê  de pêk hat. Di kongreyê de Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mustefa axivî, anî ziman ku amûrên berê jî hatibûn şandin di xizmeta şêniyan de ne û got: "Ev amûrên nû piştî ku xebatkarên tenduristiyê li ser perwerde bibin wê bikevin xizmetê."

Bi navê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mustefa spasiya serokê hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê Nêcîrvan Barzanî kir ev amûr şandine kir û got, deriyê herêmê ji bo testekdayîna navdewletî ya li dijî pandemiya vîrusê vekirî ye.

Mustefa her wiha diyar kir ku alavên keşifkirina vîrusê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 4 in û li bende ne ku di demên bê de amûrên din derbas bibin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mustefa diyar kir ku professor Casim Mihemed li ser perwerdekirina xebatkarên a li ser vê alavê disekine.

ANHA